Ewropayê dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê qedexe kirin

Di roja 10’an a destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de, Rûsyayê gelek bajarên Ukraynayê dorpêç kirine. Li aliyekî din dewletên rojavayî cezayên li dijî Moskovê zêde kirin û du dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê qedexe kirin.

Ewropayê dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê qedexe kirin
5 adar, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 10’an a destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de, Rûsyayê gelek bajarên Ukraynayê dorpêç kirine ku di nav de bajarên Mariupo û Volnovakha jî hene.

Her wiha Rûsyayê Facebook û gelek malperên din qedexe kirin. Ji ber wê BBC, Blommberg û gelek dezgehên çapemeniyên yên biyanî dayîna nûçeyan taloq kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de agirbest û vekirina korîdorên mirovî ragihand da ku şênî ji bajarên dorpêçkirî derkevin.

Nûnerê bilind ê polîtîkaya ewlehiyê û karên derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Joesp Borrell jî ragihand ku YE’yê 3 dezgehên ragihandinê yên Rûsyayê; Rûsya El-Yewm û Sputnik qedexe kirine.

(şx)