Konferansa Desteya Tenduristiyê li Reqayê li dar dikeve

Vê sibê Konferansa Yekem a Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Konferansa Desteya Tenduristiyê li Reqayê li dar dikeve
5 adar, 2022   10:31
REQA

Konferans li Hola Mişwar a li Reqayê û bi beşdariya rayedarên Rêveberiya Xweser, komîteyên tenduristiyê yên her heft rêveberiyan, Heyva Sor a Kurd û nûnerên rêxistinên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir.

Destpêka bernameyê Dr. Ciwan Mistefa li ser navê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Mistefa têkildarî armanca lidarxistina konferansê got: "Me ev konferans li dar xist da ku li pirsgirêkên qada tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhdarî bikin û ji hemû aliyan ve qadê bi pêş bixin."

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ruxmî zor û zehmetiyên Rêveberiya Xweser dikişîne jî lê dîsa kar û xebatê berfireh dike. Mistefa anî ziman ku ew ê konferans bi biryarên girîng bi dawî bibe da ku di warê tibî de piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Konferans bi axaftina hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid dewam dike.

Tê payîn piştre perspektîfên têkildarî qada tenduristiyê, kar û xebata desteyê ya par werin xwendin.

(eh)

ANHA