Rojnameyên erebî: Narkotîk li başûrê Sûriyê belav dibe

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî belavbûna narkotîkê li başûrê Sûriyê, nakokiyên hikumeta Lîbyayê û rewşa Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Narkotîk li başûrê Sûriyê belav dibe
Rojnameyên erebî: Narkotîk li başûrê Sûriyê belav dibe
Rojnameyên erebî: Narkotîk li başûrê Sûriyê belav dibe
5 adar, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NARKOTÎK LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BELAV DIBE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Hejmara kesên narkotîkê (madeyên hişbir) bi kar tînin, li başûrê Sûriyê zêde bû li gel ku desthilata xwecih nikare rê li pêşiya vê diyardeyê bigire. Her wiha li wan herêman êdî bazirganiya narkotîkê bûye tiştekî normal. Ew li Dera û piraniya bajar û bajarokên başûrê Sûriyê tê belavkirin. Li Sweydayê jî ev diyarde belav e û herêm hêdî hêdî veguherî herêma belavkirina hemû cureyên narkotîkê û derbaskirina wê ji dewletên din re.

Çalakvan Muhened El-Ebdullah ê ji Derayê got bermahiyên şer gelek in, wekî tevliheviya ewlehiyê, belavbûna çek û narkotîkê. Ji ber taybetmendiya erdnîgariya başûrê Sûriyê, hişt ku bibe meqseda hemû bazirganên narkotîkê, heta timakerên xebatên siyasî yên herêmî û navneteweyî, ji ber ku nêzî sînorên Îsraîlê û Urdinê ye. Ji ber şerê zêdetirî 10 salan ciwanên herêmê bi tundî, bêkarî, xizanî û paşguhkirinê re rû bi rû mane, ji ber wê bazirganên narkotîkê rewşa vê herêmê ya stratejîk û tevliheviya li herêmê  bi kar anî.”

`LI LÎBYAYÊ NAKOKIYÊN HER DU HIKUMETAN`

Li ser rojev Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Piştî ku hikumeta nû ya bi serokatiya Fethî Başaxa sond xwar û hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe naskirina avakirina hikumeta Başaxa red kir, Lîbya di bin desthilata du hikumetan de dijî. Rewşa siyasî ya Lîbyayê ji ber nakokiyên di navbera her du hikumetan de, nakok e, ji ber gelek pêşniyarên destûrî yên pêkanîna avakirina hikumetan an jî standina baweriyê ji wan. Li gorî pisporên destûrî, Meclisa Nûneran li ser xalên rêkeftina diyaloga siyasî ji bo standina baweriyê ji hikumeta Debîbe û erkdarkirina Başaxa ji bo avakirina hikumeteke nû û dayîna baweriyê.

Ofîsa ragihandinê ya Başaxa ragihand ku wî saziyên dadgehê, ewlehiyê, leşkeriyê û serdestiyê yên dewletê agahdar kirine ku dema hikumeta Wihde bi dawî bûye. Her wiha serokê banka navendî ya Lîbyayê, serokê dîwanê hesabxwestinê, serokê Desteya Çavdêriya Rêveberî, serokê desteya têkoşîna li dijî gendeliyê, serokê istixbarata giştî, serdozgerê giştî bi vê yekê agahdar kiriye û perspektîf daya gelek saziyên ewlehiyê ku avahiyên wezaretan û cihên stratejîk ên li paytextê biparêzin û rê li pêşiya rêwiyên hewayî vekin.

Li gorî çavdêran, rewş her ku diçe aloztir dibe nexasim ku hikumeta Başaxa xwe wek berhemeke lihevkirina giştî bêyî mudaxeleyên derve dibîne. Lê hikumeta El-Debîbe di encama diyaloga siyasî ya bi navbeynkariya hêzên navneteweyî û dan û standinên herêmî û navneteweyî de pêk hatiye.”

‘DEMA ZÊDE DÊ TEMENÊ ÎNSIYATÎFA NAVNETEWEYÎ YA ÇARESERIYA LI SÛDANÊ KÊM BIKE?`

Der barê rojeva Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Ji dema ragihandina şandeya navneteweyî di Sibatê de bidawîbûna şêwirên pêşîn, aloziya li Sûdanê berdewam dike.

Di 13`ê Sibatê de şandeya navneteweyî ya li Sûdanê piştî bidawîbûna şêwiran, ragihand ku ew amadekariya sazkirina belgeyeke hevgirtî têkildarî xalên lihevkirinê di navbera aliyên Sûdanê de dike.

Ji destpêkê ve şandeyê armancên şêwirên navneteweyî di van xalan de diyar kirin; bidawîkirina xitimandina siyasî, vegera gera demokratîk û sivîl, pêkanîna lihevkirinekê ji bo avakirina hikumeteke sivîl ku dema demkî bi rêve bibe.

Ruxmî nerazîbûnên siyasî û civakî li hember însiyatîfê, lê şandeyê şêwirên xwe domandin. Li gorî çavdêran, dibe ku însiyatîfa navneteweyî bêyî ku pêşketineke rastîn di rewşa Sûdanê de çêke, bi dawî bibe.”

(şx)