​​​​​​​Pîrozbahiyên 8’ê Adarê berdewam dikin

Bi dirûşma "Bi hev re em parastina şoreşa xwe bikin û xaka xwe rizgar bikin" jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên 8`ê Adarê didomînin.

5 adar, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên ku Dika Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û rojhilatê Sûriyê di 23`yê Sibatê de bi armanca pîrozkirina 8`ê Adarê dane destpêkirin, dê heta 10`ê Adarê berdewam bikin.

HESEKÊ

Endamên jin ên Partiya Yekitiye Demokratîk (PYD) û Kongra Star, serdana bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên li eniyên şer ên navçeya Zirganê ya kantona Qamişloyê kir.

Di serdanê de endaman piştgiriya xwe ya bi wan hêzan re rave kir û her wiha kulîlk li wan belav kirin.

Endamên Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî serdana navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Parastina Civakê (HPC-Jin) û Federasyona Birîndaran kir.

Kongra Star 8’ê Adarê li endamên saziyan pîroz kir û diyarî li wan belav kirin.

MINBIC

Li Minbicê jî Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo nasandina Roja Jinan a Cîhanê û silavkirina rola pêşeng a jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, îro semînerek li xeta Ebû Qelqe, Til Hozan ên Minbicê li dar xist.

Endamên nivîsgehê, gelek jinên ji xeta Ebû Qeleq û Til Hozan tev li semînerê bûn.

Di semînerê endama rêveber a xeta Qeleq Hacer Ehmed El-Elî, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo axivîn û 8`ê Adarê li jinan pîroz kir. Her wiha diyar kirin ku şoreşa jinan li herêmê ji bo hemû jinên cîhanê bûye jêdera îlhamê.

Sîham Hemo diyar kir ku jin li Sûriyê dê parastina destkeftiyên şehîdan bikin û bang li hemû jinan kir ku hevgirtî bin, mîrasa dîrokî ya berxwedana jinan biparêzin û wê veguherînin serdema azadiyê da ku Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bibe.

(şx)

ANHA