Li Bexdayê konferansa Kurdên feylî û êzidî

Li paytexta Iraqê Bexdayê konferansa Kurdên êzidî û feylî bi rê ve diçe. Gelek nûnerên tevgerên êzidiyan û yên feyliyan tev li konferansû bûne û her wiha ji derveyî Kurdistanê jî gelek peyam ji konferansê re hatin şandin.

Li Bexdayê konferansa Kurdên feylî û êzidî
5 adar, 2022   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bexdayê li Otel Bexda konferansa Kurdên êzidî û feylî bi dirûşma ‘Ber bi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê ve’ saet di 09.30’an dest pê kir.

Li ser navê lijneya amadekar ya konferansê Dr. Yasîn Bapîr di destpêka konferansê de axivî û got: “Hemû pêkhateyên li Iraqê gelek caran rastî bêîstiqrariyê hatine, heya niha jî tu yasayek navneteweyî û navxweyî jî tezmîna ziyanên wan nedaye. Ji bo dîtina çareseriyekê, ev konferansa me ya hevbeş tê lidarxistin. Ji bo ku em di çarçoveya yasayên Iraqê de bigihêjin mafên xwe û wekhevî pêk were, divê em bi hev re tê bikoşin.”

Piştî axaftina destpêkê peyam hatin xwendin.

Hemîd Reşîd Feylî peyama Kurdên feylî pêşkêş kir û wiha got: “Divê em balê bikêşin ser biryara Dadgeha Federal ya hejmara 43’yan ya di 22’yê Sibata 2022’an de hatiye dayîn. Ew biryar ji bo bidawîkirina pêkhateyan hate dayîn. Ji ber ku nekarîn di çarçoveya civaka Iraqê de xizmeta pêkhateyan bikin, ev biryar dan.”

Peyama Partiya Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) jî ji aliyê endamê PADÊ Hisên Reşîd ve hate xwendin. Di peyamê de hate gotin: “Ya ku îsal bi ser êzidiyan de hat, taybet jî di dema DAIŞ’ê de, pêngavek jenosîdê ya kuştin û penaberbûna jinan bû. Xwîna van şehîdan di nava rêxistin û dibistanan de bûye rêxistinek fikrî, divê em hemû rêz li vî fikrê ku ji bo parastina êzidiyan hatî pêşkêşkirin bigirin. Tu hêviyek me ji hikumeta Iraqê nemaye, ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi ser bikeve, divê em bi xwe alîkarê xwe bin. Ev yek ji bo jiyana hevbeş ya gelên herêmê û bidestxistina mafan a di destûrê de gelek girîng e.”

PEYAMÊN JINÊN FEYLÎ Û ÊZIDÎ

Peyama jinên feylî ji aliyê Nîbraz Ehmed ve hate xwendin. Di peyamê de behsa komkujiyên li ser jinên feylî hate kirin û hate gotin: “Divê li ser dosyaya feylî kar were kirin û ji bo bi destxistina mafên jinên feylî û hemû pêkhateyên feylî, divê hikumeta Iraqê dosyaya feyliyan wek jenosîd binase.”

Piştî wê peyama jinên êzidî ji aliyê berdevka TAJÊ Suham Dexîl ve hate xwendin. Di peyamê de hate gotin: “Jinên êzidî xwedî dîrokek kevin ya berxwedêrin, di gelek şeran de bi dehan jinên êzidî rolên pêşengtiyê leyîstin. Di eniya berxwedan û têkoşînê de xwedî rolek bi bandor bûn. Piştî fermana 3 Tebaxê, jinên êzidî xwe bi rêxistinkirin, di hemû warî de li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin. Birihê nemir yên weke Zerîfe Osê û Bêrîvanan, xwe bi rêxistin kirin. Ji bo vê bi yekîtiya jinên êzidî û feylî wê jinek azad derbikeve holê. Em soz didin, emê ji bo azadiya hemû jinên niha di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane, tê bikoşin.”

PEYAMÊN SAZÎ Û RÊXISTINÊN LI DERVEYÎ KURDISTANÊ

Her wiha sazî û rêxistinên derveyî Kurdistanê û yên biyanî jî peyamên piştgiriyê pêşkêşî konferansê kirin.

Yekitiya Saziyên Komeleya Kurdan a Moskovayê, Komeleya Êzidiyan a li Ewropayê, parlamenterê Almanyayê yê ji Koma Çepgir û endamê Parlamentoya Ewropayê Endrî Wolko, nûnerê Yekitiya Hêzên Muxalefetê ya Fînlandiyayê Keşîş Arbad Kovac û her wiha serokê Mala Êzidiyan Silêman peyam ji konferansê re şandin.

Di peyamên xwe de girîngî dane bi hev re karkirina ji bo bidestxistina aştî û pêkvejiyanê û misogerkirina mafên pêkhateyan.