​​​​​​​Heyva Sor a Kurdistanê dê li Dêrikê nexweşxaneyekê çêke

Heyva Sor a Kurdistanê li Kurdistanê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Heyva Sor dê li Dêrikê dest bi projeya nexweşxaneyekê bike.

​​​​​​​Heyva Sor a Kurdistanê dê li Dêrikê nexweşxaneyekê çêke
5 adar, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN - FÎRAZ BARAN

Heyva Sor a Kurdistanê di 4’ê Adara 1993’yan de li Almanyayê hat damezirandin. Navenda wê li Troisdorfê ye û li gelek welatên Ewropayê û li Rojavayê Kurdistanê nûnerên wê hene. 

Heyva Sor a Kurdistanê ku wezîfeya wê ya sereke gihandina alîkariyê ji bo mirovên mexdûr e, di şert û mercên herî zehmet de jî tê koşiya.

ALÎKARIYÊN SALA  2021’AN

Hin alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê yên sala 2021’an ev in:

- Ji bo 593 zarokên sêwî û hewcedar ên li Kurdistanê 20 hezar euro, 111 hezar frankê Swîsreyê, 2 hezar pound û 93 hezar kronê Norwecê hate şandin.

- Li Rojava ji bo xurtkirina xizmetên pêşîlêgirtina penceşêrê 85 hezar euro bi hevkariya Heyva Sor a Kurdistan-Îtalya û Dêra Waldensian hate şandin û pê re cîhazeke mamografiyê hate standin.

- Ji bo navendên tenduristiyê yên li Rojavayê Kurdistanê tên çêkirin, 291 hezar euro hat şandin.

- 141 hezar euro ji bo navenda protez û rehabîlîtasyonê hat şandin ku niha li Qamişloyê tê çêkirin.

- Ji bo peydakirina cîhazên tibî û dermanan ji 5 zarokên bi nexweşiyên kronîk ên li Kampa Mexmûrê, 10 hezar euro, ji bo pêwîstiyên bingehîn ên malbatên mexdûr jî 20 hezar euro hate şandin.

- Li ser sînorê Polonya-Belarusê ji bo penaberan 20 hezar euro hat veqetandin. Bi vî pereyî malzemeyên wekî xwarin, kinc, sol, qapût û betanî hatin kirîn û bi hevkariya hin rêxistinan radestî penaberan kirin.

- Li gundê Xaşkan ê navçeya Elbak a Wanê di 31'ê Tîrmehê de ji ber lehiyê gelek avaî xera bûn. 20 hezar euro ji bo malbatên ku xaniyên wan xera bûne, hat şandin.

- Her wiha rêxistin her sal di mehên Remezan û cejna Qurbanê de pakêtên xwarinê û alîkariyên qurbanê dide malbatên hewcedar. Di sala 2021’an de ji bo her du cejnan 80 hezar euro hate veqetandin.

- Di sala 2021'an de di çarçoveya projeya tenduristiyê de 80 hezar euro ji Şengalê re hat şandin û 2 ambulans û morg hatin dabînkirin.

- Dîsa 42 hezar û 270 euro ji bo nexweşxane û lêçûnên dermanên gaziyan hate veqetandin.

- Alîkarî ji girtiyên nexweş, Dayikên Aştiyê û Kampa Penaberan a Lavrionê re hatin şandin.

ALÎKARIYÊN SALA 2020’AN

- Heyva Sor di sala 2020'an de 175 hezar euro ji bo avakirina nexweşxaneya Kooronayê ya li Hesekê şand.

- Ji bo kesên di erdheja Xarpêtê de zerar dîtine, 50 hezar dolar alîkarî şand.

- Ji bo malbatên ku li Rojava û Bakur di nava zehmetiyan de ne, bi giştî 90 hezar euro şand.

- Ji bo mexdûrên erdheja li navçeya Elbak a Wanê 50 hezar euro şand.

- Ji bo 536 zarokên li Kurdistanê bi giştî 546 hezar euro, 112 hezar 320 frankên Swîsreyî û 123 hezar kronê Norwêcê hate şandin.

Di sala 2020’an da projeyeke sereke jî ‘Projeya Malbata Xwişk û Bira’ bû. Bi hevkariya komeleyên Kurd ên li Ewropayê, ji 8 hezar 251 malbatên li Kurdistanê re alîkarî hate pêşkêşkirin.

Hemû xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê xizmeta dilxwazî dikin. Her wiha balkêş e ku hin xebatkarên saziyê zêdetirî 20 sal e dixebitin.

Nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku ew xizmetên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê didomînin.

Nûneran got heta ku pêvajoya avakirinê ya li Rojavayê Kurdistanê temam bibe, dê alîkariya wan bidome. Nûneran ragihand ku wan ji bo çêkirina nexweşxaneyeke li bajarê Dêrikê jî projeyek çêkiriye û ev proje dê di demên pêş de pêk were û ji bo çêkirina Navenda Protezê ku çêkirina wê didome, wan alîkariyeke din jî şandiye.

ANHA