Bi boneya 8`ê Adarê jinan serdana bendên kontrolê kir û dar çandin

Meclisa Jinan a PYD’ê serdana nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li navçeya Dirbêsiyê kir û kulîlk diyarî wan kirin. Her wiha jinên koçber ên Girê Spî jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de 150 dar çandin.          

Bi boneya 8`ê Adarê jinan serdana bendên kontrolê kir û dar çandin
Bi boneya 8`ê Adarê jinan serdana bendên kontrolê kir û dar çandin
Bi boneya 8`ê Adarê jinan serdana bendên kontrolê kir û dar çandin
Bi boneya 8`ê Adarê jinan serdana bendên kontrolê kir û dar çandin
Bi boneya 8`ê Adarê jinan serdana bendên kontrolê kir û dar çandin
Bi boneya 8`ê Adarê jinan serdana bendên kontrolê kir û dar çandin
3 adar, 2022   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endamên saziyên sivîl li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Qamişlo di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de serdana nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li navçeyê Dirbêsiyê kir.

Jinan cilên xwe yên gelêrî li xwe kirin û kulîlk diyarî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23'yê Sibatê ve jinan dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kiriye û çalakî dê heya 10'ê Adarê bidomin.

Jinên koçber ên kampa Girê Spî jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li kampê 150 darên sewlî, merx û xurme çandin.

Bi dehan jinên koçber û mamosteyên Dibistana Navîn a Şehîd Raba Xelîl beşdarî çandina daran bûn.

(dx)

ANHA