Li Metînayê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û da zanîn ku gerîlayan li herêma Metînayê çepereke artêşa Tirk îmha kiriye û 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Li Metînayê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
3 adar, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyand ku di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê’ de li Metînayê çalakiyek li dar xistine. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:

“2’yê Adarê saet di 16.00’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Ortê yê girêdayî xeta Qaşûrê dane. Di vê çalakiyê de çepereke dagirkeran hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

23’yê Sibatê de saet di 14.00’an de Qada Girê Hakkarî ya girêdayî herêma Metînayê 3 caran, di 24’ê Sibatê de qadên Kunîşka, Kela Bedewê, Karker û Sîda yên herêma Zapê 9 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

25’ê Sibatê saet di 14.00’an de Golkaya herêma Metînayê û qadên Çemço yên girêdayî herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.

26’ê Sibatê Girê Şehîd Şerîf ê Xakurkê, Serê Metîna ya girêdayî Metîna û qadên Şikefta Birîndaran a Zapê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

27’ê Sibatê Girê Ortê yê girêdayî Metînayê 2 caran û qada Saca ya girêdayî herêma Zapê carekê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

28’ê Sibatê Deriyê Hirçê yê herêma Garê du caran û Girê Ortê yê Metînayê 3 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

1 û 2’yê Adarê qadên Çemço û Kunîşka yê herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.

2’yê Adarê saet di navbera 16.20-18.00’an de qada Werxelê ya girêdayî Avaşînê bi balefirên şer û çekên giran sê caran hatine bomberdûmankirin.”