​​​​​​​Parêzeran careke din ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin, careke din serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzeran careke din ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
3 adar, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku muwekîlê xwe bibinin, carekek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Demeke dirêj e rayedarên dewleta Tirk nahêlin parêzer bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi rêber Ocalan re hevdîtin kiribû.