Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwest
3 adar, 2022   12:24
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê QSD`ê Ehmed Elî bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Cûdî ya Qamişloyê hate vegirtin. Bi sedan şêniyên Qamişlo, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star û Hêzên Parastina Civakî tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîm bi axaftina endamê PYD`ê Ebdurehman Hemûd dest pê kir. Hemûd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi saya fedakarî û berxwedana şehîdên me, hemû planên artêşa Tirk têk çûn."

Piştre endama rêveber a Hêzên Parastina Civakî-Jin Nece Mûsa îşaret bi rola dayikên şehîdan û têkoşîna wan a di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û got: "Jin di oxira parastina destkeftiyên herêmê û mîsogerkirina serkeftinê de tê koşiyan."

Şehîd Ehmed Elî 10`ê Sibatê di encama qezayekê de şehîd bûbû.

(eh)

ANHA