Rojnameyên erebî: Aloziya Ukraynayê aboriya Sûriyê xirabtir dike

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rojave Sûriyê, Iraqê û têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Aloziya Ukraynayê aboriya Sûriyê xirabtir dike
3 adar, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO KRÎZA ABORÎ DÊ SÛRIYÊ BER BI KU VE BIBE?’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Rewşa aborî ya Sûriyê her ku diçe xirabtir dibe, ji ber ku tevgera bazirganiyê ya derve û hundir ji ber ambargoyê hatiye rawestandin. Li aliyekî din jî muhteml e şerên nû zêdetir bandorê li aboriya Sûriyê bikin û hikumeta Sûriyê bi krîzê re rû bi rû bimîne.

Hikumeta Şamê di civîneke awarte de bang li aliyên aborîyê kir ku mesrefa giştî bi rêxistin bikin da ku bandora aloziya Ukraynayê ya li ser Sûriyê kêm bike.

Bi destpêkirina şerê Rûsya-Ukraynayê re fînasmana ji Şamê re zehmettir bû, nexasim ku pereyê Sûriyê bi rêya bankên Rûsyayê tên. Ew jî cezayan li ser hikumeta Şamê nabire anku berovajî dewletên Ewropayê û DYA`yê ye, lê bi destpêkirina şer û piştgiriya Rûsyaê ya petrol û xwarinê ya ji Sûriyê re, bankên Sûriyê gelek zehmetiyan dikişînin.

Ger şerê Rûsya-Ukraynayê dirêj bibe, hikumeta Sûriyê dê li planeke aborî bigere, ji ber ku Rûsya girîngtirîn dewletên destekê dide aboriya Sûriyê û ev yek dê bandor li vê piştgiriyê bike.

‘PARLAMENTOYA IRAQÊ JI BO HILBIJARTINA SEROKKOMAR AMADEHIYAN DIKE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Her tişt vegeriya wekî destpêkê; namzetên serokkomariyê ku hejmara wan zêde dibe, hîn jî li benda erêkirinê ne. Diyar e pêşbazî di navbera 2 partiyên Kurdan de sînordar maye ku ew jî, serokê niha Berhem Salih û namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê Rêber Ehmed in.

Namzetên din jî 57 in, 3 ji wan ji pêkhateya Kurd in û li benda qebûlkirina xwe ne, lê ji ber ku biryar di destê parlamentoyê de ye, hêviyên wan kêm bûne, li hemberî vê yekê hêviyên namzetê Partiya Demokrat Kurdistanê xurttir bûne.”

‘ŞERÊ UKRAYNAYÊ BANDORÊ LI TÊKILIYÊN ERDOGAN Û PÛTÎN DIKE’

Der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyê de rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsand: "Gotinên rayedarên Ukraynayê yên têkildarî bikaranîna balafirên Tirkiyê di şerê li dijî hêzên Rûsyayê de, gelek pirs derxistin holê ku ew ê Erdogan û Pûtîn rû bi rû bikin.

Çavdêr pêşbîn dikin ku ragihandina Kîevê ya veguhastina balafirên nû, tê wateya ku destê Enqereyê di şer de heye ev jî têkiliyên bi Rûsyayê re sar dike.

Çavdêran her wiha got, ev gav tenêtiya serokkomarê Tirk zêdetir dike û wî nêzî amerîkiyan nake, nexasim ku di mehên derbasbûyî de baweriya serokê Amerîkayê Jeon Bedin ji dest da.

Destpêka şerê li Ukraynayê Erdogan dixwest xwe wekî navbeykar bide xuyakirin, lê eşkerekirina Kîevê ya wergirtina balafirên Tirkiyê, îdiayên wî tenê di çarçoveya ragihandinê de man.”

(eh)