YE 7 bankên Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê derdixe

Li gor belgeyeke ku îro di rojnameya fermî ya Yekitiya Ewropayê de hatiye weşandin, 7 bankên Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê tên derxistin.

YE 7 bankên Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê derdixe
2 adar, 2022   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Russia Today ragihand ku li gorî belgeyê, tedbîr li ser bankên Rûsyayê yên VTB, Rossiya, Atrika, Novikombank, Prom Sviasbank, Sofcombank, VEB.RF hatine girtin.

Tê payîn ku biryara derxistina bankên Rûsyayê ji sîstema SWIFT’ê (Tora Veguhastina Fînansê ya di navbera Bankan de) di 12'ê Adarê bikeve meriyetê.

Yekitiya Ewropayê (YE) diyar kir ku tundkirina cezayan ji ber aloziya li Ukraynayê ye.

Welatên rojavayî piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê gelek cezayên tund li Rûsyayê ferz kirin.

(dx)