Lavrov: Şerê cîhanê yê sêyemîn dê nukleerî be

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got dê şerê cîhanê yê sêyemîn bibe nukleerî.

Lavrov: Şerê cîhanê yê sêyemîn dê nukleerî be
2 adar, 2022   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: “Şerê cîhanê yê sêyemîn dê nukleerî û wêranker be. Em nikarin destûrê bidin Ukraynayê ku bibe xwedî çekên nukleer.”

Gelên cîhanê li gelek welatan banga aştiyê dikin û li aliyê din jî dewletên cuda cezayan li Rûsyayê ferz dikin.

Lavrov wiha domand: “Em amade ne ji bo gera duyemîn a dan û standinan, lê aliyê ukraynayî dereng dixe. Gelê Ukrayna desthilatê diyar dike. Divê nûnertiya hemû neteweyên li Ukraynayê bê kirin.”

Lavrov diyar kir ku ew ji cezayan re amade ne lê pêşbîn nedikirin ku werzîşvan, rewşenbîr, hunermend û rojnamevan bên cezakirin.

Lavrov wiha pê de çû: “Şerê cîhanê yê sêyemîn dê bibe şerekî nukleerî û ji bilî şerê cîhanê alternatîfek li hember cezayan nîn e.”