​​​​​​​Li Reqayê toreke bazirganên narkotîkê hate girtin

QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li Reqayê toreke bazirganên narkotîkê girtine û gelek madeyên hişbir (narkotîk) ên pê re desteser kirine.

​​​​​​​Li Reqayê toreke bazirganên narkotîkê hate girtin
2 adar, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê û gundewarên wê hemleyên li dijî bazirganên narkotîkê dide meşandin.

QDS`ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: "Di çarçoveya hemleya lêgerînê de, hêzên me gelek mal kontrol kirin, di encamê de miqdareke mezin a madeyên hişbir kontrol kirin.”

Li gorî daxuyaniya QSD`ê gumanbar Mihemed Nûr El-Bedir ê ji Reqayê ku bazirganiya erebeyan dikir, miqdareke mezin narkotîk ji kesê bi navê Ebdo Ebû Mihemed wergirtiye. Ebû Mihemed li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê yên Helebê de dimîne.

Mihemed Nûr El-Bedir wiha axivî: "Me dixwest miqdareke din ji kesekî li bajarê Reqayê re bişanda. Ew jî navbeykarê bazirganên narkotîkê ye."

Her wiha Mistefa Xidir El-Bedir jî li xwe mikur hatiye ku madeyên qedexekirî vedişartin û ji bazirganan re dişandin.

QSD`ê diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya kar û xebata QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji bo pêşîlêgirtina şerê bi armanca parçekirina civakê, pêk tê.

(eh)

ANHA