Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin

Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya 8’ê Adarê li Hesekê şanoyek pêşkêş kir. Kongra Star jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û têkbirina dagirkeriyê.    

Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star çalakî li dar xistin
2 adar, 2022   13:49
HESEKÊ

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şanoyek pêşkêş kir. Şano îro li kampa Serêkaniyê hat nîşandan.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Leyla Hisên diyar kir ku şanoya bi navê "Viyan û Nûjiyan" li ser navê her du endamên Yekitiya Jinên Ciwan ku di 25'ê Kanûna sala borî de tevî 4 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûne û diyar kir ku ev şano diyarî her du şehîdan kirine.

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star a kampa Serêkaniyê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî ya kampa Serêkaniyê ji aliyê rêvebereke Kongra Star a kampê Cîhan Mihemed ve bi amadebûna bi dehan jin û mêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî, hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di dîrokê de reftarên rast û çewt ên mirovan hatin nivîsîn, di 8'ê Adarê de jinan di warê siyasî, civakî, aborî û leşkerî de li dijî her cure koletî û mêtingeriyê dîrok nivîsand.

8'ê Adarê rastiya jina azad îfade dike, ji ber ku tu civak bê zext û zordariya li ser jinê û kolekirina ruh û bedena wê bi hemû rêbazên mêtingerî û dagirkeriyê nayên çewisandin, ji ber vê yekê azadiya jin, civak û gel hev du temam dikin."

Di daxuyaniyê de li ser sûcên li dijî jinên êzidî û êrişên li ser Rojava hate destnîşankirin ku armanca wan şikandina vîna jinan û sînordarkirina rola wan e. Her wiha hate piştrastkirin ku berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû planên dewleta Tirk pûç kirine.                      

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku li hemberî hemû siyasetên li dijî wan serî hildin û ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya fîzîkî dakevin qadan û asta têkoşînê bilind bikin heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, têkbirina dagirkeriyê û vegerandina mafên jinên bindest.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/SJYHMm-qOio" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>