​​​​​​​Bi boneya 8`ê Adarê kursî li astengdaran hatin belavkirin

Heyva Sor a Kurd û rêxistinên mirovî îro dest bi pêngava "Baskên Hêviyê" kir da ku kursiyên taybet li kesên astengdar belav bikin.

​​​​​​​Bi boneya 8`ê Adarê kursî li astengdaran hatin belavkirin
2 adar, 2022   13:25
QAMIŞLO

Rêxistina Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Nûdem û Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan bi navê "Baskên Hêviyê" li Qamişlo û Amûdê dest bi însiyatîfa belavkirina kursiyên taybet ên ji bo kesên astengdar kir.

Rêxistina Nûdem Hezîrana 2021`ê li ser bingeha belgekirina navên astengdaran, dest bi vê însiyatîfê kir da ku destekê bide wan.

Têkildarî mijarê însiyatîfê bi daxuyaniyekê qonaxa yekemîn a belavkirina kursiyan ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi rasthatina Roja Jinan a Cîhanê re me dest bi vê însiyatîfê kir, da ku piştgiriya jinan bikin.”

Rêxistina Heyva Sor a Kurd li gorî hewcedariyê û derfetên xwe kursî pêşkêş kirin.

Di qonaxa yekemîn a însiyatîfê de 130 kursî û 170 gopal hatin belavkirin.

(eh)

ANHA