Di boneya 8`ê Adarê gul li endamên saziyên jinan hatin belavkirin

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de, îro endamên Kongra Star serdana saziyên jinan ên kantonên Qamişlo û Kobanê kir û gul li wan belav kirin.

2 adar, 2022   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina 8`ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê Koordînasyona Kongra Star bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê semîner da.

Semîner li Akademiya Şehîd Viyan Amara ya bajarê Kobanê û bi beşdariya bi dehan mamosteyên kantonê li dar ket.

Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Fîdan Şêx Ehmed semîner bi zimanê erebî da.

Fîdan Şêx Ehmed destpêka semînerê îşaret bi berxwedana dîrokî ya jinan û armanca Roja Jinan a Cîhanê kir.

Fîdan Şêx Ehmed rola jinên Kurd ên têkoşer anî ziman ku bi armanca mîsogerkirina azadî û edaletê canên xwe feda kirin.

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê, li endamên xwe yên li ser bendên kontrolê gul belav kirin.

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê endama rêveber a ewlehiya bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê Lîna Weyso El-Ehmed ji ajansê re wiha axivî: "Di serî de em vê rojê li rêber Abdullah Ocalan û tevahiya jinên cîhanê pîroz dikim û dibêjin, em endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû hêza xwe hewldana parastina civaka xwe dikin û rê li pêşiya dagirkirina herêmên xwe digirin."

QAMIŞLO

Bi heman wesîleyê endamên Kongra Star li navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo, serdana hêzên leşkerî, birîndarên şer û malbatên şehîdan kir û gul da wan.

Endama rêveber a Kongra Star a Navçeyê Çinar Ehmed axivî û îşaret bi rola mezin a YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Jin di têkbirina terorê û mîsogerkirina ewlehiya herêmê û parastina jin de kir.

Dayikên şehîdan jî wêneyên her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Vîdan Doxan dan endamên Kongra Star

Bi heman boneyê endamên Kongra Star li navçeya Dêrikê jî serdana navendên YPJ`ê û Hêzên Parastina Civakî-Jin, ASAYÎŞ û Polîs Sutoro kir.

Bi dehan endamên Kongra Star li pêşiya navenda xwe kom bûn û ber sazî û navendan ve çûn.

Jinan bi sloganên "Jin jiyan azadî" di nav endaman geriyan û spasname dan wan.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Parastina Civakî û YPJ`ê pêşwaziya endamên Kongra Star kirin.

Endaman gul û şêranî li hev belav kirin.

(eh)

ANHA