​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li Efrînê 2 welatî revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxrê yê navçeya Mabeta ya Efrînê bi hinceta ku şêniyên gund birine goristana şehîdan, 2 welatî revandin.

​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li Efrînê 2 welatî revandin
2 adar, 2022   12:18
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku îstixbarata Tirk 2 welatî li gundê Kaxirê bi hinceta ku di merasîma oxirkirina şehîdan de bi otobusên xwe şênî birine goristana şehîdan, revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne: Ebid Mihemed Cebo yê 56 salî û Ebdo Xelîl Hiso yê 47 salî.

Heman çavkaniyan diyar kir ku her du kesên revandî birine cihekî nediyar û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

(dx)

ANHA