Rûsya: Em amade ne careke din bi Ukraynayê re rûnin

Piştî ku têkildarî destpêkirina gera duyemîn a dan û standinan gotegot belav bûn, îro Rûsyayê ragihand ku amade ne careke din bi Ukraynayayê re bicivin.

Rûsya: Em amade ne careke din bi Ukraynayê re rûnin
2 adar, 2022   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa TASS ragihand ku çavkaniyeke rûsî raporên têkildarî betalkirina dan û standinên bi Ukraynayayê re derewandine û daye zanîn ku dema gera duyemîn a diyalogan hîn nehatiye diyarkirin.

Têkildarî mijarê şêwirmendê serokê Ukraynayayê diyar kir ku hewcedariya dema diyalogan bi nîqaşên zelal heye û got: "Beriya destpêkirina diyalogan divê li ser rojeva dan û standinan lihevkirin çêbe."

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Belarusê jî destnîşan kir ku amadekariyên lidarxistina diyalogên di navbera Rûsya û Ukraynayê bi dawî bûne.

Beriya niha çavdêran pêşbîn kiribû ku gera duyemîn a di navbera her du aliyan de divê îro pêk bihata.

(eh)