Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li Şehbayê meşek li dar xist û hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek li dar xist
2 adar, 2022   11:41
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina hevkariya malbata Barzanî û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re îro li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê meşek li dar xist.

Meş li pêşiya Şaredariya Gel a li gundê Til Sosin rawestî û piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Birko 8`ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Îxaneta malbata Barzanî ji bav û kalên wan ve ta roja îro tê û her tim nû dibe û zêdetir dibe. Li ser destê wan gelek şehîdên me yên ku îxanet û teslîmkarî qebûl nekirin, çêbûn.”

Hesen Birko bang li gelê Başûr jî kir û got: “Divê gelê Başûr hikumeta Barzanî rake, ew kesên zane yên di nava vê civakê de divê dengê xwe bilind bikin.”

Piştre endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Silêmen jî got: “Hemû dayikên ku dilê wan şewitî, dê sibê tola xwe ji malbata Barzanî hildin û xiyaneta wan têk bibin.”