​​​​​​​Rûsyayê Kherson kontrol kir… Hêzên rojavayî zexta li ser Rûsyayê zêde dikin

Rûsyayê tevgerên xwe yên leşkerî li Ukraynayê zêde kirin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Kherson bi temamî kontrol kiriye. Li aliyekî din DYA û dewletên rojavayî zextên dîplomatîk û aborî li ser Rûsyayê zêde dikin.

​​​​​​​Rûsyayê Kherson kontrol kir… Hêzên rojavayî zexta li ser Rûsyayê zêde dikin
2 adar, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê dê berdewam bike heta ku armancên wê bi giştî pêk tên. Li aliyekî din serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky ji ewropayiyan xwest ku ji Ukraynayê re îsbat bikin ku ew bi vê re ne û endametiya wê di Yekitiya Ewropayê (YE) de qebûl bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî hişyarî da ku serokê Rûsyayê nizane dê çi bike. Dewletên rojavayî jî zexta aborî ya li ser Rûsyayê zêde kir.

Li gorî Rûsya El-Yewm Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Kherson bi temamî kontrol kiriye.

Wezaretê ev agahî jî parve kirin: “Hêzên me 67 nuqteyên leşkerî yên Ukraynayê bombebaran kirin. Heta niha hezar û 502 baregehên leşkerî hatin rûxandin.”

Berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê roja sêşemê got: “Ji ber pirsgirêkên lojîstîk hêza êrişkar li Kîevê rawestî. Xuya ye moralê gelek yekîneyan xirab e.”

Berpirsê ku nexwest navê eşkere bike, got ne diyar e ku karwanê leşkerî yê Rûsyayê bi xwe rawestiye yan ber bi Kîevê nekariye bi pêş bikeve.

Serokê Ukraynayê jî bang li Rûyayê kir ku topbarankirina sivîlan rawestîne û dan û standinan berdewam bike.

Zelensky ji Reutres û CNN’ê re axivî û got: “Pêwîst e herî kêm topbarankirina xelkê rawestîne. Tenê topbaranê rawestîne û piştre li ser maseya diyalogê rûne.”

Lijneya Giştî ya NY`yê amadekariyan dike ku helwestekê li hember Rûsyayê nîşan bide piştî ku destwerdana li ser Ukraynayê da destpêkirin. Her wiha bang li Rûsyayê bike ku şer rawestîne û hêzên xwe vekişîne.

Li gorî Reutresê dîplomatan got roja sêşemê derdora nîvê endamên Lijneya Giştî ya NY’yê lîsteya biryarnameyê îmze kir ku hejmara wan 193 ye. Di biryarnameyê de destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê hat şermezarkirin.

Li aliyekî din Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksiy Reznikov ji Reutersê re çarşemê axivî û got, tê payîn welatê wî moşekên Stinger û Javelin ji derve û balafirên bêmirov ên Tirkiyê pêşwazî bike.

Li bajarê Donetsk ê Ukraynayê ku piraniya niştecihên wê bi rûsî diaxivin, di topbarana Ukraynayê de ya li ser herêmên di bin kontrola cudaxwazan de, 3 sivîl hatin kuştin.

Li rex tedbîrên ku YE û Kanadayê girtine, Biden ragihand ku dê qada hewayî ya Amerîkayê li pêşiya balafirên Rûsyayê bigire. Her wiha diyar kir ku hewl didin keştî, milk û balafirên taybet ên rûsiyên dewlemend desteser bikin ku têkiliyên wan bi Pûtîn re hene.

Piştî peywendiyekê bi rayedarên Koma 7’an (G7) re wezîra gencîneyê Janet Yellen got DYA`yê bi Koma 7’an re li hev kir ku tîmekê ava bikin da ku mal û milkên rûsî bicemidînin û desteser bikin.

Ukraynayê jî bang li Koalîsyona Leşkerî ya bi serkêşiya DYA`yê kir ku qada qedexeya firînê li Ukraynayê ferz bike. Lê Washingtonê ev yek red kir û hesabê rûdana şerekî yekser di navbera mezintirîn hêzên nukleerî kir.

Li şûna wê Washington û hevalbendên wê çekan ji Kîevê re dişînin.

Li gorî raporeke çapemeniyê bi dehan japonyayî banga Ukraynayê bersivandin ji bo leşkerkirina dilxwazên biyanî li hember destwerdana Rûsyayê.

Şîrketên din mîna Exxon Mobil û şîrketên mezin ên rojavayî yên eneriyê di nav de BP û PLC, ragihand ku ew ji Rûsyayê derdikevin.

(şx)