Desteya Tenduristiyê: 39 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku 2 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê mirine û 39 kesên din pê ketine.

Desteya Tenduristiyê: 39 kesên din bi Koronayê ketin
2 adar, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku 39 kesên din bi Koronayê ketine û 18 kes ji wan mêr in û 21 jî jin in.

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye, mêrek ji Amûdê û jinek ji Minbicê ne û kesek jî baş bûye.

Bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi Koronayê ketine, gihaşt 38 hezar û 439 kesan, ji wan hezar û 560 kes mirine û 2 hezar û 558 kes jî baş bûne.         

(dx)