Başaxa ragihand ku Terablus navenda hikumeta nû ye

Serokwezîrê Lîbyayê Fethî Başaxa diyar kir ku wan bi Desteya Ewlekarî û Leşkerî re nîqaş kiriye da ku Tarablus bibe navenda hikumeta wî ya nû.

Başaxa ragihand ku Terablus navenda hikumeta nû ye
2 adar, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe biryara parlamantoyê ya erkdarkirina hikumeta nû red kir.

Beriya niha Meclisa Nûneran a Lîbyayê biryara avakirina hikumeta Fethî Başaxa dabû, li ser vê yekê ji 101 parlamenteran 92 heban erê kiribû.

Hikumeta nû ya Fethî Başaxa ji 3 cîgirên serokwezîr, 29 wezîr û 6 wezîrên dewletê pêk tê.

Her wiha parçebûna di navbera komên Lîbyayê de, metirsiya ji nû ve destpêkirina şer derxist holê.

(eh)