Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe ku duh li Dêrazorê şehîd bûbû, ragihand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
2 adar, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi daxuyaniyekê nasnameya şehadekî ragihand. Şehîd Hisên El-Salih duh (1’ê Adarê) li Dêrazorê gihaşt şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Hisên El-Salih

Navê bav: Hesen

Navê dayikê: Termûze

Cih û dîroka tevlêbûnê: Besîre, 21.03.2018

Cih û dîroka şehadetê: Ebû Hemam, 01.03.2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniyê de ev yek destnîşan kir: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Hisên re dixwazin û dibêjin li hember fedakariya şehîdên xwe yên ku canên xwe ji bo parastina gelên xwe dan, bejna xwe ditewînin. Di dawiyê de em soza şopandina rêya şehîdan heta mîsogerkirina ewlehî û aştiyê didin."

(eh)