‘Divê her jinek xwe bigihîne azadiya rast’

Jinên Efrînê têkildarî 8`ê Adarê got “Divê her jinek di vê rojê de dengê xwe bilind bike û berxwedanê berdewam bike û divê her jinek xwe bigihîne azadiya rast anku azadiya ku tê de fikra azad heye.”

‘Divê her jinek xwe bigihîne azadiya rast’
1 adar, 2022   07:41
ŞEHBA

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên ji Efrînê yên li Şehbayê dimînin ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Foziyê Hiso got: “Di destpêkê de dayikên me gelek zor û zehmetî di jiyana xwe de dîtin. Em jî wek keçên wan, li ber destê wan perwerde bûn, lê piştî ku me fikr û felsefeya rêber Apo nas kir, em ji wê tarîtiyê derketin.”

Foziyê Hiso di berdewamê de got: "Roja 8`ê Adarê ji jinan re rojek pîroz e ku di vê rojê de jin ji bin desthilatdariya zilaman hatin azadkirin û ji xwe re hebûnek ava kir. Em jî wek jinên Kurd di vê rojê de xwe azad dikin."

Foziyê Hiso di dawiyê de got: "Em bi hêvî ne ku her jinek xwe azad bike, lê azadiya rast azadiya ku tê de fikr azad e û em di wê bawariyê de ne ku her jineke ku azadiya rast nas kiriye, gihaştiye kûrahiya rastiye xwe.”

Zelox Reşo jî got: "Em wek jin her tim li hêviya 8`ê Adarê ne roja ku tê de mafê jinan hate dayîn û divê her kes bizane ku ev roj rojeke pîroz e ji bo jinan.”

Zelox Reşo wiha dewam kir: “Divê her jinek di vê rojê de dengê xwe bilind bike û berxwedana ku jinan di vê rojê de kiriye, berdewam bike û li ser şopa wan jinên ku serê xwe ji zilaman re daneni, her tim tê bikoşin. Em ê bi rihê jinên azad ên ku ji bo azadiyê şer dikin, vegerin Efrînê û divê her jinek dîrok û kevneşopa xwe biparêze.”

Şêniya bi navê Meyse Mislim jî got: “Di van salên dawîn de jin gelekî bi pêş ketin û di heman demê de xwe perwerde jî kirin û gihaştin azadiya xwe.”

Meyse Mislim wiha lê zêde kir: “Jinan xwe ji bin desthilatdariya zilam azad kir û hebûna xwe nas kir ku mafên wan jî ji yên mêran ne kêmtir in.”

Meyse Mislim wiha bi dawî kir: “Di demên niha de em gelek guhertinan di zîhniyeta mêran û di heman demê de di zîhniyeta jinan de dibinin. Jin her tim hebûna xwe diparêzin û mêr jî sekna jinan a li kêleka xwe qebûl dikin.”

ANHA