Çeteyên li Efrînê 3 welatiyên din revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şiyê ya Efrînê 3 welatî revandin.

Çeteyên li Efrînê 3 welatiyên din revandin
28 sibat, 2022   14:19
ŞEHBA

Çeteyên "Polîsên Sivîl" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Hêkiçê û Merwaniya Jêrîn ên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê 3 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin Ezîz Siwêdan (40), Henan Damercî (35) ji gundê Merwaniya Jêrîn in û Hisên Ebdo Tona (60) ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê yê ye.

Çavkaniyan diyar kirin ku kesên hatine revandin sewqî baregeha çeteyan a li navçeya Cindirêsê hatin kirin  û çarenûsa wan ne diyar e.

ANHA