Balafirên  Rûsyayê li gundewarên Reqayê li nuqteyên çeteyan dan

Balafirên şer ên Rûsyayê li nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana  Resafa ya gundewarên başûrê Reqayê dan.

Balafirên  Rûsyayê li gundewarên Reqayê li nuqteyên çeteyan dan
28 sibat, 2022   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên rûsî li çolistana Resafê ya gundewarên başûrê bajarê Reqayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê  bombebaran kirin. Her wiha balafirên bê mirov ên rûsî li ser çolistanê digerin bêyî ku agahî derbarê ziyanên mirovî de werin bidestxistin.

Balafirên rûsî duh nêzî 6 caran cihên ku çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Esreya ya girêdayî gundewarên Hemayê bombebaran kir.

(bx)