Şêniyên Dêrikê ber bi Tirbespiyê ve diçin da ku tev li meşa navendî bibin

Bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê ber bi navçeya Tirbespiyê ve diçin, da ku tev li meşa şermezarkirina helwesta PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê bibin.

Şêniyên Dêrikê ber bi Tirbespiyê ve diçin da ku tev li meşa navendî bibin
28 sibat, 2022   09:28
QAMIŞLO

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina siyasetên PDK’ê û daxwaza cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê meşekê li Tirbespiyê li dar dixin, li ser vê yekê bi dehan ji pêkhateyên Dêrikê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û ber bi Tirbespiyê ve ketin rê.

Bi dehan erebe ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi rê ketin û di nava kolanên Dêrikê ve berê xwe dan navçeya Tirbespiyê.

Meş dê bi tevlêbûna şêniyên kantonan û bajarên herêma Cizîrê dest pê bike.

(eh)

ANHA