​​​​​​​Sadiq Mela Hisên; fedakarê doz û gelê xwe

Kesayetê welatparêz Sadiq Mela Hisên ku jiyana xwe kir xizmeta gel û doza kurdî, ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û PDK’ê ve hate girtin, lê têkoşîna xwe bê dudilî û bê westan berdewam kir.

​​​​​​​Sadiq Mela Hisên; fedakarê doz û gelê xwe
​​​​​​​Sadiq Mela Hisên; fedakarê doz û gelê xwe
​​​​​​​Sadiq Mela Hisên; fedakarê doz û gelê xwe
​​​​​​​Sadiq Mela Hisên; fedakarê doz û gelê xwe
28 sibat, 2022   09:41
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Têkoşer Sadiq Mela Hisên )Korê Hacê Mihê) ji gundê Mercê yê Girkê Legê ya Qamişloyê ye. Di 1955’an de hate dinê. Li herêmê bi navê Korê Hacê Mihê dihat nasîn. Berê xwe da gundê Mela Merzê yê bi ser çiyayên Cûdî ve. Ji destpêka salên 1980’yî ve li herêma Dêrikê di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de xebata siyasî û civakî dikir.

6 xort û 7 keç têkoşer Korî Mihê hene. Zarokên wî di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Gel (HPG) û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digirin.

Bi bapîrê xwe Îbrahîm Qasim ê li Bakurê Kurdistanê ve girêdayî bû. Bapîrê wî ji kesên pêşîn ên tev li Serhildana Şêx Seîd bû. Piştî bapîrê wî çend leşkerên Tirk kuştin, hêzên dewleta Tirk li wî digerî, lê ew çû Başûrê Kurdistanê û li Zaxoyê ji ber birîna bi guleyên leşkerên Tirk, koça dawî kir.

Korê Mihê berê xwe da Şamê ku rêber Abdullah Ocalan û endamên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibîne. Lê hêzên hikumeta Şamê ew girt û tevî gelek hewldanan nikarî rêber Ocalan bidîta. Ji kesên pêşîn e ku têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi awayekî komî bi rê dikirin çiyayên Kurdistanê. Di dirêjahiya jiyana xwe de li ser sînorê di navbera Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê de dixebitî.

Korê Mihê ji destpêka salên 1980’yî de bi fikir û felsefeya rêber Abdullh Ocalan ve girêdayî bû, di nava refên tevgerê de dixebitî. Xwedî helwestên welatparêz, neteweyî û civakî li herêmê bû, alîkariya şênî û xizanan dikir.

Tevî serdegirtina wî ji hêla saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê û girtina wî gelek caran û îşkencekirinê, lê helwestên wî li ser têkoşîna li herêmê nebû bend û ranewestî.

Di 1992’yan de bi rêya deriyê Pêşxabûr berê xwe da çiyayên Qendîlê û bi kemînekê li Zaxoyê hêzên PDK’ê ew girt, îşkence lê kir û di girtîgehê bi nexweşiya sinir û şekir ket. Lê piştî ragirtina 2 hefteyan di girtîgeha PDK’ê de, hate berdan.

Bi tawana çalakî û xebata di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de û veguhastina endamên tevgerê ber bi çiyayên Kurdistanê ve hêzên PDK’ê îşkence lê dikir û nehişt derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û navê wî li nuqteyên leşkerî yên PDK’ê li ser sînor belav kir.

Têkoşer Korê Mihê bi rihê xwe yê welatparêzî û têkoşîna dirêj ji bo xizmeta doza Kurd dihat nasîn. Şêniyên Dêrik û herêmê şahidê vê yekê ne. Di salên 1990’î de bi erebeya xwe ya biçûk têkoşer li nava Dêrikê, di navbera Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ve vediguhastin.

Têkoşer Korê Mihê bi dîroka xwe ya tijî fedakarî ji bo xizmeta doza xwe dihat nasîn û di nava şêniyên herêmê de cihê wî bilind bû. Ji ber ku bê cudahî ji civakê hez dikir û her tişt ji bo herêma xwe dikir û di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ji salên 1980’yî bi têkoşîna xwe ya bêdudilî û bê westan dihat nasîn.

Korê Mihê li herêmê xwedî têkoşîn, fedakarî û xebateke pîroz bû, şev li rojê dixist, jiyana xwe kir xizmeta Tevgera Rizgariya Kurdistan û doza Kurd, bi taybet piştî ji salên 1980’yî hevalên destpêkê nas kirin; ji wan jî şehîd Herekol, şehîd Xebat û hwd.

Di destpêka salên 1990’î de xebata veguhastina hevalan di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bi erebeya xwe dikir, bê tirs li hember saziyên ewlehiyê disekinî. Tevî ku gelek caran hatibû girtin, îşkencekirin û hatibû tawanbarkirin ku di mala wî de endamên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û kadroyên destpêkê radibin û rûdinin.

Saziyên ewlehiyê, di dema serdegirtina mala wî de her tim pirtûkên rêber Abdullah Ocalan, kovarên kurdî, wêneyên heval û şehîdan û milkên wî yên taybet desteser dikirin.

Ruxmî ku sazî û şaxên ewlehiyê gef lê dixwarin, bi jidayikbûna Rêbertî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê pîroz dikir, wêneyê rêber Ocalan bi erebeya xwe ve daliqandibû û li herêmên Dêrik û Qamişloyê pê digerî û ji ber wê li Qamişloyê ji hêla "ewlehiya dewletê" ve hate girtin.

Ji destpêka 2004’an heta 2010’an ve gelek caran ji hêla şaxên ewlehî yên li Şam, Heleb û Qamişloyê ve hat girtin û îşkencekirin. Di 2010’an de şaxê "ewlehiya siyasî" û "ewlehiya dewletê" bi ser mala wî ya li Qamişloyê de girt û xistin girtîgeha Sêdnaya, girtîgeha Firi Filistîn û hwd, ji girtîgehên Şamê û heta 7 mehan malbata wî cihê wî nezanî.

Piştî 7 mehan malbatê zanî ew li Şamê di girtîgeha Sêdnaya de ye, lê piştî pereyekî mezin da heta wî bibîne. 40 rojî di girtîgeha yekkesî de ma. Tevî ku nexweşê şekir bû, derman nedidanê. Rewşa wî ya tenduristî xirab bû. Lê bi efûya serokatiyê û ji ber ku temen mezin bû di 2011’an de hate berdan.

Şaxên ewlehî ku gelek caran bi ser mala wî de girt, çeka wî ya takakesî û dûrbîna şevê desteser kir, gef lê dixwarin, her wiha bi awayekî dorveger bi hinceta çek û endamên tevgerê li malê hene, mal keşf dikirin.

Piştî vegerî mala xwe ya li gundê Mela Merzê, azara lingên xwe dikişand. Lê piştî bijîşkan li Qamişlo rewşa wî ya tenduristî dît, biryar da ku lingê wî yê rastê qut bikin û piştî 2 salan lingê wî yê çepê jî hate qutkirin.

Lê dîsa jî dev ji têkoşîn, xebat û beşdarbûna li civînên rêxistinî yên li herêmê dihatin lidarxistin, berneda.

Korê Mihê hezkirina welat û dozê di zarokên xwe de çand, bala wan kişand ser xebat û têkoşîna di navbera Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ku rizgariya gel û birina wî ber bi bejahî, bidestxistina azadî û mafên xwe ve ye.

Li gorî keça Korê Mihê, Besne Mihê, hemû zarokên bavê wê tev li saziyên sivîl, leşkerî û HPG’ê bûn û bi rêya bavê xwe fikir û felsefeya rêbertî nas kir.

Korê Mihê rojê yekşemê, 20’ê vê Sibatê di encama nexweşiyeke giran de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li goristana gundê wî bi beşdariya girseya gelê herêmê, Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD’ê û saziyên civaka sivîl ên Dêrikê hate oxirkirin.

(fr)

ANHA