Li Dêrazorê gelek bermahiyên şer hatin bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li taxeke bajarokê Hecîn ê Dêrazorê gelek bermahiyên şer bê bandor kirin.

Li Dêrazorê gelek bermahiyên şer hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê gelek bermahiyên şer hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê gelek bermahiyên şer hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê gelek bermahiyên şer hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê gelek bermahiyên şer hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê gelek bermahiyên şer hatin bêbandorkirin
28 sibat, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî ev agahî ragihandin: "Tîmên Endezyariyê yên me duh (27`ê Sibatê) li taxeke bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê miqdareke mezin a bermahiyên şer bê bandor kir.

Piştî ku welatiyan agahiya hebûna cismên gumanbar li taxeke Hecînê da, yekser hêzên me û Tîma Endezyariyê ya Bêbandorkirina Mayinan berê xwe da deverê. Hêzên me ji bo parastina jiyana welatiyan, ew der dorpêç kir.

Piştî lêgerînê, hêzên me 11 bombeyên kevn dîtin. Her wiha bêyî ku zirar çêbe, ew bombe hatin bêbandorkirin."

 (eh)