ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2022
28 sibat, 2022   00:00

 -PYD’ê li navçeya Girkê Legê semînerekê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê dide. Saet 16:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina siyasetên PDK’ê û daxwaza cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê meşekê li Tirbespiyê li dar dixe. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo cenazeyên şervanê QSD’ê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin. saet 14:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê; Cemîl Ayid El-Heşîm, Teysîr Ehmed El-Xelef û Hîşam Xelef El-Hisên li goristana Şedadê oxir dikin. saet 10:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi diruşma "Ji bo jîngeheke paqij û tendurist" û bi boneya hatina Roja Jinan a Cîhanê Komîteya Rêveber û Şaredariyan "Nivîsgeha Jin" pêngaveke paqijiya giştî li Hesekê dest pê dike. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jiyana xwe kir xizmetî têkoşîna ji bo gel, doz û fedekariya wî. Şaxên ewlehî yên hikumeta Şamê û PDK’ê ew girt. Lê têkoşîna xwe bê dudilî û westan bi israr berdewam kir. Ew kesayeta welatparêz Korê Hacî Mihê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Efrînê ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin revandina welatiyan û qirkirina xwezayê berdewam dikin. Di nava 5 rojan de 5 welatî hatin revandin û zêdetirî 700 dar hatin birîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên Efrînê piştrast kir ku hikumeta Şamê bi siyaseta xwe ya dorpêçkirina herêma Şehbayê dixwaze berxwedana gel têk bike got: “Em ê li ber xwe bidin, ji ber ku berxwedan rûmeta me ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên gundê Siwêd ê navçeya Eyn Îsa diyar kir ku ji ber topbarana domdar a dewleta Tirk a dagirker ew venagerin malên xwe. Her wiha bang li hêza garantor Rûsya û civata navneteweyî kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker rawestînin û vegera wan dabîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Dewleta Tirk bi hevdîtinên xwe yên bi aliyên siyasî yên Iraqê re, çi sunnî çi yên kurdan be, dixwaze qada siyasî ya Iraqê bixe bin serweriya xwe. Li gorî lêkolînerê siyasî û aborî yê iraqî Nebîl Cebar El-Elî ku Helbûsî tevahî destûrên jê re hatin bi hevdîtina bi Erdogan re derbas kir û piştrast kir ku di civînê de projeyên siyasî û têgehên aborî hatin nîqaşkirin. (BI WÊNE)

- Siyasetmedar û serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê Mehmed Demir got bi kuştina Olof Palme ji kurdan re li Almanya û Swêdê sampatî nema û xwestin bi vê yekê PKK’ê li ber çavên raya giştî ya Ewropa teşhîr bikin.

ÇAND Û HUNER

-Îro çalakiyên pêşangeha Şêwekarî ya 3’yemîn li Kobanê piştî 3 rojan bênavber li dar ket, bi dawî dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Însiyatîfa Edalet ji bo kurdan a navneteweyî ya ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" li Ewropa, Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Dayikên gerîla destnîşan kir ku PKK`ê xwedî dozeke rewa ye û ji bo pêkanîna azadiyê ji gelên bindest re tê dikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Rêxistinên ku xizmetî kampa Holê dikin ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene çopê li cihên ne taybet ên herêmê belav dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA