Rêxistinên di kampa Holê de çopê li navçeyê belav dikin

Rêxistinên ku xizmetî kampa Holê dikin ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene çopê li cihên ne taybet ên herêmê belav dikin.

Rêxistinên di kampa Holê de çopê li navçeyê belav dikin
Rêxistinên di kampa Holê de çopê li navçeyê belav dikin
Rêxistinên di kampa Holê de çopê li navçeyê belav dikin
Rêxistinên di kampa Holê de çopê li navçeyê belav dikin
Rêxistinên di kampa Holê de çopê li navçeyê belav dikin
28 sibat, 2022   08:14
HESEKÊ – ELÎ EL-MECÎD

Ji ber valakirina wesayîtan ji çopa kampa Holê re li cihên netayabet, çop li keviyên rêyên sereke yên navçeya Holê tê belavkirin. Li hember vê yekê welatiyan û şaredariya gel gelek caran bang li rêxistinên li kampê dixebitin kir ku çopê li cihên wê yên taybet vala bikin.

Ajokarên wesayîtên veguhestina çopê ji kampa Holê, çopê li nuqte û deverên bêserûber vala dikin. Ji ber vê yekê jî nexweşî belav dibin, di serî de laşmaniya.

Li gorî hevserokê şaredariya gel a navçeya Holê Emar Mûsa ku ev wesayîtên veguhestina çopê ji  kampa Holê (45 km rojhilatê bajarê Hesekê) yên rêxistinên li kampê dixebitin.

Tevî ku cihekî sereke ji bo komkirina çopê heye û ji aliyê şaredariya gel a navçeyê ve hatiye diyarkirin û rêya wê jî kurt e,  lê ajokarên wesayîtan barê xwe li derdora cihê kombûna çopê bi awayekî bêserûber her wiha li çi rûbera çandiniyê ku vala dibînin, vala dikin.

Cihê komkirina çopê ji aliyê şaredariyê ve ku 5 kîlometre li başûrê navçeyê hatiye diyarkirin û dûrî kampa Holê bi 4 kîlometre ye.

Nepabendbûna rêxistinan ji erebeyên xwe ku çopa li ser keviyên rê ye kom bikin hêrsa welatiyên navçeyê rakir, nexasim jî piştî gelek caran welatî û şaredariya gel a navçeyê bang li rêxistinan kirk u sînorekê ji van binpêkirinan re deynin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Holê Emar Mûsa wiha axivî: "Diyardeya valakirina barê wesayîtên veguhestina çopê yên rêxistinên ku di kampê de dixebitin li cihên nediyar hê jî didome. Ji ber vê yekê jî cihên kombûna çopê bi awayekî bêserûber çêbûne. Tevî ku gelek caran civîn di navbera şaredariya navçeyê, rêveberiya kampê û rêxistinên ku tê de dixebitin, çêbûne."

Emar Mûsa wiha domand: "Mixabin mekanîzmaya xebata rêxistinan di dema heyî de tenê zirarê dide şêniyên navçeyê. Rêxistin guh nadin bangên şaredariyê nexasim rêxistinên pêwendîdar bi paqijkirina kampê û veguhestina çopê û di serî de rêxistina Bloomund û El-Yamama".

Derbarê sînordarkirina vê diyardeyê Emar Mûsa destnîşan kir ku ew ê tedbîrên giran li hember komele û rêxistinan di nava rojên pêş de bigirin.

Li hemberî vê yekê kampa Holê tirseke mezin di nava gelê herêmê de çêdike. Ew jî ji ber malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku di kampê de ne û hejmara niştecihên kampê digihêje zêdetirî 60 hezar kesî ji jin û zarokên çeteyan.

(bx)

ANHA