Serbazekî berpirsê deriyê Nesîb hate kuştin

SOHR’ê da zanîn ku serbazekî hikumeta Şamê û berpirsê deriyê Nesîb ê di navbera Sûriyê û Urdinê de ji ber hedefgirtina ji hêla nenasan ve hate kuştin.

Serbazekî berpirsê deriyê Nesîb hate kuştin
27 sibat, 2022   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), daxuyand ku serbazeke ewlehiya siyasî ya girêdayî hikumeta Şamê û bepirsê deriyê Nesîb ê di navbera Sûriya û Urdinê de ji ber hedefgirtina erebeya ku ew tê de bû, ji hêla çekdarên nenas ve, hate kuştin.

Li gorî SOHR’ê erebe li nêzî qesra Betel li ser rêya Şam-Dera hate hedefgirtin, di encamê de erebe bi kesên tê de ve qulibî û çarenûsa yên din nehat zanîn.

Ruxmî hewldana hikumeta Şamê û Rûsya ya îsbatkirina îstîqrarê li Dera û hemû başûrê Sûriyê bi rêya "lihevkirinan" lê nakokî hîna berdewam in.

(fr)