Şêniyên Dêrazorê sersaxî da malbatên 3 şehîdan

Meclisa herêma rojhilatê Dêrazorê konê sersaxiyê ji 3 şehîdên QSD’ê re ku di dema li ser erka xwe ya leşkerî de li derdora Hecînê şehîd bûbûn, li dar xist.

Şêniyên Dêrazorê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
27 sibat, 2022   18:21
DÊRAZOR

Di merasîmê de rûspî, şêxên eşîr, nûnerên ji meclisên herêmê ji Ebû Herdob heta Baxozê, nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, malbatên şehîdan, ciwan, meclisa herêma rojhilat û meclisa leşkerî amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê meclisên herêmê li herêma rojhilat Selah Selman axivî û sersaxiya malbatên şehîdan kir û da zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan gelên herêmê bi azadî û aştî dijîn û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna tevahî armancên wan da.

Dûvre berdevkê Komeleya Perwerdê ya Hacînê Salih El-Salim sersaxiya malbatên şehîd û hevalên wan kir û bang kir ku bi fedekariyan şehîdan re wefedar bin, parastina herêmê bikin û herêmê ji hemû aliyên wê ve bi pêş bixin, bi taybet aliyê perwerdê û girîngiyê bidin zarokên şehîdan û destekê bidin wan.

Navên her sê şehîdan wiha ne; şehîd Cemîl Ayid (Yezen Mergede), şehîd Hîşam Xelef El-Hisên (Sedîq) ji Mergede, şehîd Teysîr Ehmed El-Xelef (Cano) ji Şedadê.

Dê merasîma sersaxiyê heta 3 rojan berdewam bike.

(fr)

ANHA