Li Efrînê dagirker revandina welatiyan û qirkirina xwezayê didomînin

Li Efrînê ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin revandina welatiyan û qirkirina xwezayê berdewam dikin. Di nava 5 rojan de 5 welatî hatin revandin û zêdetirî 700 dar hatin birîn.

Li Efrînê dagirker revandina welatiyan û qirkirina xwezayê didomînin
28 sibat, 2022   00:43
ŞEHBA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê sûcên xwe berdewam dikin, bêyî ku hesab jê were xwestin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantonê dane, dagirkeran di 5 rojan de 5 welatî di nav de meleyekê mizgeftekê revandin û zêdetirî 700 dar birîn, da ku pê bazirganiyê bikin.

Li gorî çavkaniyekî, îstîxbarata rejîma Tirk û çeteyên wê meleyê mizgefta navenda bajarê Efrînê Yûsif Ebdulezîz Yaqûb (67) ê ji gundê Sêmalka yê navçeya Mabatayê revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku dagirkeran girtin ser mala mele ya li kolana Vêlat a bajarê Efrînê û mal kontrol kirin, piştre mele revandin û sewqî girtîgeha Raî kirin. Heta niha çarenûsa mele ne diyar e.

Çavkaniyan ragihandin ku 23'yê Sibatê îstîxbarata Tirkiyê li taxa Umêrat a bajarê Efrînê Mihemed Hisên û Şaban ê nasnameya wî nehat zanîn, ji malên wan revandin û birin cihekî ne diyar .

Ji navçeya Şerayê jî çavkaniyan diyar kirin ku îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê roja 24'ê Sibatê welatiyê bi navê Mihemed Mamo Cûma ji mala wî ya li gundê Elkê revand û bir cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyên din, çeteyên "Feyleq El-Şam" welatiyê bi navê Şakir Şêxo (36) ê ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê revandin da ku fidyê ji malbata wî bistînin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku heta niha çarenûsa Şêxo ne diyar e.

Li aliyekî din jî ji 18'ê Adara 2018'an ve sûcên texrîbkirina jîngehê û qirkirina xwezayê bê navber berdewam dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên  "Sultan Murad" li gundê Dêr Sewan ê Şerayê gelek darên zeytûnan birîn da ku bazirganiyê pê bikin.

Li gorî çavkaniyan, komên çete bi serkêşiya Ebû Mehmûd El-Sefranî li gundê Dêr Sewan zêdetirî 650 dar birîn.

Girêdayî heman mijarê, çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" û kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin, 95 dar ji zeviyên şêniyên kantonê yên li ser rêya Qujîma yê Cindirsê birîn.

Çavkanyan destnîşan kirin ku çeteyên navborî û kesên li kampa Metar a Cindirêsê hatin bicihkirin, 55 dar ên welatiyê bi navê Azad Elî û 40 darên ayidî welatiyê bi navê Reşîd Ebdo birîn.

ANHA