Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin

Şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo bi boneya salvegera 7`emîn a rizgarkirina navçeya xwe şahiyek lidar xist.

Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Til Hemîsê hate pîrozkirin
27 sibat, 2022   15:32
QAMIŞLO

YPJ û YPG`ê di 27`ê Sibata 2015`an de navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Bi vê boneyê şahiyek hate lidarxistin. Şêniyên navçeyê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef axivî, îşaret bi rola şehîdan di rizgarkirina navçeyê de kir û wiha anî ziman: "Ji bo rizgarkirina navçeya me ji çeteyên DAIŞ`ê şervanan canê xwe feda kir. Xwîna pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan tev li hev bû. Ev jî nîşaneya hevgirtina hemû pêkhateyan e."

Paşê bi navê Kongra Star a navçeyê Ezar El-Fîhan, Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hevseroka Meclisa Navçeya Tirbesiyê Hediye Şemo axaftin hatin kirin. Di axaftinan de rizgarkirina herêmê li hemû şêniyan hate pîrozkirin û îşaret bi rola şehîdan di rizgarkirina bajar de hate kirin. Her wiha hate gotin, bi saya hêzên leşkerî tarîbûn ji ser bajar hate rakirin û gel bi aştî û ewlehî dijî.

Her wiha komên şano yên girêdayî navenda çand û huner a navçeya Til Hemîs şano pêşkêş kir û şahî bi govendê bidawî bû.

(bx)

ANHA