Ji bo Zeyneb Celaliyan wê li ser torên civakî kampanya dest pê bike

Kampanya Azadî ji Zeyneb Celaliyan re wê ji bo azadiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li ser torên civakî kampanyayê bide destpêkirin û banga piştgiriyê kir.

Ji bo Zeyneb Celaliyan wê li ser torên civakî kampanya dest pê bike
27 sibat, 2022   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanya Azadî ji Zeyneb Celaliyan re diyar kir ku zêdetirî 600 roje rejîma Îranê rê nade parêzer û malbata girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan serdan bikin û li ser rewşa wê ti agahî nînin.

Kampanya Azadî ji Zeyneb Celaliyan re ragihand ku wê roja 5’ê Adarê di saet 20.00’an de li ser torên civakî ji bo Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyayê bikin û banga piştgiriyê li jinan kir. Li gorî daxuyaniyê wê 5 deqeyan ji berî destpêkirina haştaga ku were bikaranîn eşkere bike.

Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2008’an de li Kirmaşan hate girtin.