Li Dêrazorê qaçaxçiyên sotemeniyê hatin girtin

Meclisa Leşkerî ya Kesre li gundê Zixêr ê rojavayê Dêrazorê, hejmarek qaçaxçiyên ku hewl didan sotemeniyê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin, girtin.

Li Dêrazorê qaçaxçiyên sotemeniyê hatin girtin
Li Dêrazorê qaçaxçiyên sotemeniyê hatin girtin
Li Dêrazorê qaçaxçiyên sotemeniyê hatin girtin
Li Dêrazorê qaçaxçiyên sotemeniyê hatin girtin
27 sibat, 2022   14:04
DÊRAZOR

Di çarçoveya hemleya têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê de, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Kesre li gundê Zixêr ê rojavayê Dêrazorê qaşaxçiyên ku dixwestin sotemeniyê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin, girtin û sotemenî desteser kir.

/ar/uploads/files/2022/02/27/132456_lyth-khsham.webp

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kesre Leys Xeşam ji ajansê re wiha axivî: "Hêzên me gelek qaçaxçiyên dixwestin sotemeniyê derbasî herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de bikin, girtin û sotemenî jî desteser kirin."

Leys Xeşam di dawiyê de got, ew ê li herêmê têkoşîna xwe ya bi armanca dawîkirina diyardeya qaçaxçiyê, berdewam bikin.

(eh)

ANHA