`Divê em ji bo giyana kurdewariyê ya di xwe de kar bikin`

Duh tevgera kurdî li Rojava û Kurdistanê kesyaeteke siyasî ya xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşînê ji bo mafên gelê kurd winda kir. Ruxmî ku gelek caran hat girtin lê dev ji têkoşîna xwe bernade û heta dawiya emrê xwe têkoşîna xwe berdewam kir.

`Divê em ji bo giyana kurdewariyê ya di xwe de kar bikin`
27 sibat, 2022   12:21
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Duh 26`ê Sibatê siyasetmedar û sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Dr.Ebdulkerîm Seko koça dawî kir.

Dr.Ebdulkerîm Seko sala 1955`an li gundê Meqsûq ê li bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê di hemêza malbateke ji zanist hez dike û dîndar de ji dayîk bûye. Bavê wî dîndar û welatparêzek navdar bû. Seko kurê yekane yê malbatê ye.

Seko, asta seretayî, navîn û amadehî di dibistanên navçeya Tirpespiyê de xwend. Piştî amadehî, berê xwe de Şamê da ku xwendina xwe temam bike. Di beşa elektronîk de dîploma bir. Piştre master ji zanîngeha Rêveberî û Pêşxistinê ya kar û barên mirovî û parastina mafên mirovan a Ermenistanê wergirt.

TÊKOŞÎNA SIYASÎ Û GIRTIN

Ebdulkerîm Seko di ciwantiya xwe de sala  1973`iyan tev li PDK-S`ê bû û cihê xwe di sazûmaniya partiyê de girt.

Destpêkê bû berpirsê xwendekaran a herêma Tirbesipyê. Di kongeya 12`an a partiyê de, bi erêkirina piraniya endaman, bû serkereterê giştî yê PDK-S. Di kongeya 13`an de careke din bû sekreterê giştî û heta dawiya jiyana xwe di vê erkê de ma.

Ciwan Seko kurê mezin ê Ebdulkerîm Seko got: “Bavê min her tim vê gotinê digot; Divê em ji bo kurdewariya di xwe de kar bikin, ne ji bo partiyan, ji ber ku partî tenê wesîleyek ji bo xizmeta kurdewariyê ye.”

Bi berdewama têkoşînê li Kurdistanê re, tevgera xwendekaran li Bakurê Kurdistanê nas dike ku bi navê Tevgera Rizgariyê dihat naskirin beriya ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bê avakirin. Seko berê xwe da Bakurê Kurditsanê û tev li tevgerê bû. Lê ji ber ku kurê yekane yê malbatê ye, careke din vegeriya Rojava. Di vegerê de sala 1982`iyan de ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tê girtin û derdora 7 mehan di girtîgehê de dimîne. Sala 2004`an piştî serhildana 12`ê Adarê li Qamişloyê PDK-S`ê parçe bû. Wê demê Ebdulkerîm Seko tevî nemir Ebdulrehîm El-Wecî çûn Başûrê Kurdistanê da ku serokê hikumetê yê wê demê Mesûd Barzanî bibînin. Lê di rêya vegerê de careke din hat girtin û di girtîgeha Şaxê Filistînê de 4 mehan ma.

Ciwan Seko destnîşan kir ku bavê wî her carê dihat girtin, bi vîneke mezintir têkoşîn dikir û wiha domand: “Ruxmî ku girtina wî bandor li malbatê dikir, lê digot; kurd mîna teneyên genim in, çiqas bikevin erdê şîn dibin û zêde dibin.”

Bi destpêkirina şoreşê li Sûriyê re, Seko tevî hevalên xwe yekemîn xwepêşendan li Qamişloyê li dar dixin û banga azadî û rûmetê dikin.

Di 2013`an de roleke mezin di yekitiya kurd de bi avakirina desteya bilind a kurd di navbera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de lîst.

Di Kanûna 2013`an de Ebdulkerîm Seko tevî şandeyeke komîteya navendî ya partiyê, diçe çiyayê Qendîlê. Li wir bi hevserokê Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik re dicive. Ciwan Seko têkildarî mijarê got: “Ez wek endamekî PDK-S bi bavê xwe re çûm Qendîlê. Li wir têkildarî doza kurd, mafên kurdan û pêwîstiya bidestxistina mafên kurdan û pêkanîna yekitiyê, nîqaş hatin kirin.”

Ciwan Seko wiha berdewam kir: “Di wê civînê de, bavê min soza şopandina rêya şehîdan da. Em jî soza şopandina vê rêyê didin mîna ku em fêr kirine.”

Ebdulkerîn Seko tev li avakirina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser bû û bi awayekî aktîf cihê xwe di kar û xebatan û civînan de girt ku di wê çarçoveyê de dihatin lidarxistin. Her wiha bû cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê.

RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ XEWNEK BÛ Û PÊK HAT

Têkildarî Rêveberiya Xweser û tevlêbûna Seko tê de, Ciwan Seko got: “Dema bavê min ji karê xwe vedigeriya, her tim ji me re digot, Rêveberiya Xweser ji bo wî xeyalek bû û pêk hat. Êdî xewna ku kurd bibin xwedî hêzeke leşkerî li Sûriyê pêk hat. Ev xewn ji bo wî hêviyeke mezin bû.”

Dr.Ebdulkerîm Seko diyar dikir ku divê kurd hemû piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser, destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine biparêzin û her tim digot: “Partiyên piştgiriyê nadin Rêveberiya Xweser û tenê li kursiyan digerin, xiyanetê li xwîn û fedakariyên şehîdan dikin.”

Sala 2019`an bû sekreterê giştî yê Yekitiya Hêzên Kurd-Rojava ku di civîneke çapemeniyê de di Tebaxa 2019`an de li Qamişloyê hat ragihandin. Piştre tev li Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bû ku ji 25 partiyan û tevgerên siyasî yên Rojava pêk tê. PYNK`ê di Gulana 2020`an de ava bû û bû sîwaneke siyasî ji bo avakirina yekitiya kurd.

Dr.Ebdulkerîm Seko duh li Qamişloyê di encama kirîza dil de koça dawî kir. Beriya wefatê amadekarî dikir ku tev li civîna partiyên siyasî li Amûdê bibe.

Cenazeyê wî, bi merasîmeke girseyî bi tevlêbûna nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, MSD, TEV-DEM û gelek partiyên din li goristana gundê Helwa Şêx ê navçeya Tirbespiyê hat veşartin.

(şx)

ANHA