Bi rasthatina 8`ê Adarê li Helebê rêzesemîner hatin dayîn

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li Helebê rêzesemînerên li ser pênase û girîngiya vê rojê hatin dayîn.

Bi rasthatina 8`ê Adarê li Helebê rêzesemîner hatin dayîn
27 sibat, 2022   12:18
HELEB

Bi boneya 8`ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê Kongra Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ser pênaseya vê rojê rêzesemîner li dar xistin.

Semînera yekemîn li hola civînan a Komîngeha Şehîd Rûbar Qamişlo li dar ket û tê de endama Komîteya Lihevanînê û Edaletê ya Kongra Star Fatme Hesen axivî.

Semînera duyemîn jî li hola civînan a Komîngeha Şehîd Gelhat a li taxa Şêxmeqsûd li dar ket û tê de endama rêveber a Kongra Star Nehle Mistefa, axivî.

Semînera sêyemîn jî li Meclisa Şehîd Cangîn a li taxa Eşrefiyê li dar ket û tê de endama rêveber a Komîna Şehîd Rûken Zerdeşt Mewlîde Silêman, axivî.

Her sê semîneran bi xwendina perspektîfên li ser Roja Jinan a Cîhanê dest pê kirin.

Axîveran bal kişand ser girîngiya roja 8`ê Adarê û got: "Jinên amerîkî li dijî desthilatê û hişmendiya baviksalarî sekinîn, di encamê de bi sedan jin hatin girtin, ji ber ku parastina mafên xwe kirin û banga başkirina rewşa xwe kirin, piştî guhartinên ku di cîhanê de çêbûn, ev roj wekî Roja Jinan a Cîhanê hate destnîşankirin."

Kesên semîner bi rê ve birin, îşaret pê kir ku têkoşîn û berxwedana îro jin didin meşandin, encama keda wan jinan e û wiha dewam kirin: "Vê zanebûn û têkoşînê hişt jin bigihêje vê astê û banga azadiya xwe bike, mînaka wê jî navên bi dehan jinên li cîhanê ketina rûpelên dîrokê de ye, ji wan Cemîle Buheyret, Leyla Xalid, Leyla Qasim, Delal Mexribî, Margiret, Zeyneb Kinaci, Sakîne Cansiz heta bi Arîn Mîrkan, Hena Seqir, Hevrîn Xelef, Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel û Emîne Weysî."

Di heman demê de axîveran diyar kir ku jinan di Şoreşa Rojava de cihê xwe di hemû qadan de girtin.

Di her sê semîneran de li ser têkoşîn û berxwedana jinan sînevîzyon hatin pêşandan û di dawiyê de sloganên "Jin jiyan azadî û şehîd namirin" hatin gotin.

(eh)

ANHA