​​​​​​​Şandeya Rûsyayê gihaşt Belarûsê

Kremlin ragihand ku şandeya Rûsyayê gihaşt Belarûsê da ku bi şandeya Ukraynayê re bicive. Li aliyekî din serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got, welatê wî dixwaze bi Moskovê re diyalogan li dar bixin, lê lidarxistina dan û standinan li Belarûsê re red dike.

​​​​​​​Şandeya Rûsyayê gihaşt Belarûsê
27 sibat, 2022   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

24`ê Sibatê alosiya di navbera Rûsyayê û Ukraynayê de dest pê kir. Li ser vê yekê îro Kremlin ragihand ku şandeya Rûsyayê gihaşt Belarûsê da ku bi şandeya Ukraynayê re bicive.

Berdevkê Kremlin Dmitriy Peskov diyar kir ku şandeya Rûsyayê ji nûnerên wezaretên karên derve û parastinê, her wiha nûnerên rêveberiya serokatiyê pêk tê.

Tora El-Eyn daxuyand ku serokatiya Rûsyayê destnîşan kiriye ku Moskov ji diyalogan re amade ye û niha li benda Ukraynayê ye.

Bi mijarê ve girêdayî serokê Ukraynayê Zelensky got: "Hîn jî welatê me dixwaze bi Moskov re diyalogan li dar bixe, lê lidarxistina dan û standinan li Belarûsê re red dike."

Li gorî Reuters`ê Zelensky got: “Heke êriş ji Belarûsê pêk nehatiba, dan û standin dê li Mînskê bihatana lidarxistin.”

 (eh)