Ukrayna ket rojeve civîna Koma 7

Wezîrê karên derve yê Japonyayê Yoshimasa Hayashi got wezîrên karên derve yên Koma 7 dê îro bicivin û rewşa li Ukraynayê nîqaş bikin. Li aliyekî din serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky avakirina “feyleqeke navneteweyî ya biyanî ya dildar ji derveyî welêt” ragihand.

Ukrayna ket rojeve civîna Koma 7
27 sibat, 2022   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Japonyayê Yoshimasa Hayashi got wezîrên karên derve yên Koma 7 dê îro bicivin û rewşa li Ukraynayê nîqaş bikin.  

Hayashi diyar kir ku welatê wî dê bi dewletên rojavayî re têkildarî derxistina Rûsya ji pergala SWIFT nîqaş bike û bandora vê yekê li ser sûkê di ber çavan re derbas bikin.

Ajansa Tas ragihand ku der barê ferzkirina cezayên din li dijî Rûsyayê de Hayashi got Japonya dê bi DYA û Yekitiya Ewropayê (YE) re koordîne bike.

Demeke berê YE û DYA, Brîtanya û Kanada diyar kiribûn ku ew hewl didin gelek bankên Rûsyayê ji SWIFT dûr bixin û sermiyanên banka navendî ya Rûsyayê bicemidînin.

SWIFT; şîrketeke navneteweyî ye, navenda wê li Hulpe li nêzî Bruksel li Balçîkayê ye. Meclisa Rêveber ji 25 endaman pêk tê ku xwedî civaka bankî ya navneteweyî ne.

Ev şîrket qezencê armanc nake, lê belê dabînkirina mekanîzmeyekê ji bo toreke navneteweyî ya peywendiyên elektronîk di navbera nûnerên sûkên darayî de armanc dike. Her wiha wesîleyeke misgoreker ji bo dayîna pereyan bi rêya danasîna standardên yeksan di peywendiyên bankî yên navneteweyî de peyda dike.

Li aliyekî din serokê UKraynayê Volodimir Zelensky îro avakirina “feyleqeke navneteweyî ya biyanî ya dildar ji derveyî welêt” ragihand û got: “Dê ev bibe delîla sereke ya piştgiriya wan ji bo welatê me.”

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarên Kherson û Berdyansk li rojhilatê Ukraynayê dorpêç kirine û bajarokê Henyshesk û balafirgeha li nêzî Kherson desteser kirine.

Wezaretê diyar kir ku ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê ve, 975 avahiyên leşkerî yên Ukraynayê hatine rûxandin û 471 leşkerî ukraynayî li Kharkovê teslîm bûne.

Li gorî AFP, tê payîn ku îro Meclisa Ewlehiyê bicive û biryarekê bide ku li gorî wê bang li Komeleya Giştî ya NY`yê bike da ku civîneke taybet roja duşemê ji bo nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de nîqaş bike.

AFP`ê ku agahiyên xwe dispêre dîplomatekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Armanca vê gera taybet; 193 endamên NY`yê neçar bike ku helwestekê li hember nakokiyê û binpêkirina mîsaqê NY`yê nîşan bidin û şer şermezar bikin.

Ji duşema borî ve ev civîna çaran e ku Meclisa Ewlehiyê têkildarî rewşa Ukraynayê li dar dixe.

Heke pêşniyara Meclisa Ewlehiyê hat erêkirin, divê civîna taybet a Komeleya Giştî di 24 saetan de were lidarxistin.

Înê Rûsya mafê vetoyê li dijî biryarnameya Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî bûyerên li Ukraynayê bi kar anî ku nûnerê dayîm ê Rûsyayê Vassily Nebenzia bi “kiryarek li dijî Rûsyayê” bi nav kir.

Nebenzia destnîşan kir ku Rûsya şerê Ukraynayê nake lê belê operasyonekê ji bo parastina şêniyên herêma Donbass û tunekirina naziyan li Ukraynayê li dar dixe.

(şx)