Partiyên siyasî piştgirî da Însiyatîfa Gel a derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’

Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî da Însiyatîfa Gel a ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” û diyar kir ku “Bingeha têkoşîna PKK’ê ji bo mafên gelan e.”

Partiyên siyasî piştgirî da Însiyatîfa Gel a derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’
27 sibat, 2022   06:37
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12`ê Çileyê de bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ji pêngava “Edalet ji bo Kurdan” ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” ragihand.

Di 13`ê Kanûna 2021`an de, bi armanca derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan dest bi pêngavê kir. Zêdetirî hezar kesayetên navdar ji 30 welatên cuda tev li vê pêngavê bûne.

Têkildarî mijarê partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA`ê re axivîn.

Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Heyfa Mehmûd diyar kir di salên 1990`î de armanca dewletan ew bû ku ji bo berjewendiyên xwe li kêleka dewleta Tirk rawestin û ji ber vê yekê PKK xistin lîsteyê.

Heyfa Mehmûd da xuyakirin ku xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de, encama hevgirtina dewletan a bi dewleta Tirk re ye û wiha dom kir: “Em wek Partiya Nûjen, PKK’ê wek hêzeke nûjen a demokrasiyê ya Rojhilata Navîn dibînin û dizanin ku piştgiriyê dide edalet, wekhevî û azadiya jinan. Dewletên rojavayî di hevkariya li dijî PKK`ê de bi ser neketin.”

Heyfa Mehmûd destnîşan kir ku li gorî wan PKK û fikirên rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wek partî piştgiriyê didin banga Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tev li vê pênagavê bûn.”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed jî diyar kir ku PKK partiyeke şoreşger e û got: “Encamên xebatên PKK`ê li di her çar parçeyên Kurdistanê xuya ne. Divê partiyên siyasî yên Rojava û tevahiya Kurdistanê tev li pêngava ‘Edalet ji bo Kurdan bibin`.”

Telal Mihemed da zanîn ku ew tev li pêngavê bûne û wiha dewam kir: “PKK ji bo mîsogerkirina mafên gelan tev digire. Bingeha têkoşîna wê ji bo mafên gelan e û kurdistanî ye. Em bang li gel û rewşenbîran dikin ku tev li vê pêngavê bibin.”

Telal Mihemed wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk rê li ber derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” digire, ji ber ku heke derkeve bê guman ew dê bandoreke erênî li pirsgirêka siyasî ya li Bakurê Kurdistanê bike. Dewleta Tirk û dijminên gelê Kurd dixwazin bi hiştina PKK’ê di lîsteyê de, jiyaneke demokratîk û hevbeş asteng bikin.”

ANHA