Li Girkê Legê semînereke li ser Roja Jinan a Cîhanê hate dayîn

Li navçeya Girkê Legê Meclisa Jinan a PYD'ê semînreke li ser Roja Jinan a Cîhanê da.

Li Girkê Legê semînereke li ser Roja Jinan a Cîhanê hate dayîn
26 sibat, 2022   17:35
QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, Meclisa Jinan a PYD'ê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan semînerek li komîngeha Şehîd Cûdî Rojava da.

Semîner ji aliyê Hevseroka PYD'ê ya navçeya Girkê Legê Ayhan Murad ve hate dayîn.

Ayhan diyar kir ku di şoreşan de her tim jin pêşeng bûn û ji bo rizgarkirina xwe û gelê xwe têk dikoşin û got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêkhateyên wê bi hev re dijîn tabloyeke mûzaîk ava dikin. Em 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, jinên berxwedêr ên Efrînê û jinên Efganitanê û tevahî jinên ku li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, pîroz dikin."

Semîner bi berzkirina diruşmeyên silavkirina têkoşîna jinan bi dawî bû.

ANHA