​​​​​​​Şêniyên gundên nêzî sînor: Li dijî êrişan xweparastin bersiva herî baş e

Jinên li gundên nêzî sînorên dewleta Tirk, îşaret bi rêbazên xweparastinê kir û got "Li dijî faşîzmê em ê piştgiriya hêzên xwe bikin da ku hemû xetereyên li ser herêmê têk bibin."

​​​​​​​Şêniyên gundên nêzî sînor: Li dijî êrişan xweparastin bersiva herî baş e
27 sibat, 2022   00:40
KOBANÊ

Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet herêmên li ser sînorên dewleta Tirk, şêniyên gundên nêzî sînor nerazîbûna xwe nîşan didin.

/kr/uploads/files/2022/02/26/202229_-.webp

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Hewa Nebî ya ji gundê Xerxerî axivî û got: "Divê her kes parastina civaka xwe bike û bi hev re alîkar bin, baldar bin û li ser bûyerên biguman agahiyê bidin aliyên têkildar.”

Hewa Nebî bang li gel kir ku xwe biparêzin û wiha dewam kir: "Kesên îxanetê li welat û gelê xwe dikin, bila ji vê xaka pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, derkevin. Li ser vê yekê em soza şopandina rêya şehîdan û têkoşînê heta têkbirina faşîzmê didin."

‘DIXWAZIN BI ÊRIŞAN GUNDÊN LI SER SÎNOR VALA BIKIN’

/kr/uploads/files/2022/02/26/202245_-_1.webp

Zelîxe Oso jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî şêniyên li gundên nêzî sînor dike, di encamê de cotkar nikarin erdên xwe biçînin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze gundên li ser sînor vala bike.

Zelîxe Oso ev li axaftina xwe zêde kir: "Şêniyên herêmê û bi taybet ên li gundên nêzî sînor dê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne."

Zelîxe Oso destnîşan kir ku divê gel xwe biparêze, nexasim jin û destekekê bidin hêzên leşkerî û got: "Em soza berxwedan û têkoşînê didin."

/kr/uploads/files/2022/02/26/202303_-.webp

Welatiya bi navê Meqbûle Oso jî soza piştgirî û xwedîderketina li YPJ, YPG û QSD`ê da û bang li jinan kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk hevgirtina xwe ava bikin. Meqbûle Oso diyar kir ku binketina dijmin li ser destê jinên azad e û got li dijî êrişên ji derve û yên ku armanc dikin civatê parçe bikin, xweparastin baştirîn bersiv e.

(eh)

ANHA