ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2022
27 sibat, 2022   00:00

-Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê di çarçoveya pêngava "Bi pêşengtiya jinê vegera li ekolojiyaya civakî" de semînerekê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşangeha Sêyemîn a Şêwekariyê di roja xwe ya duyemîn de li hola Firat a bajarê Kobanê berdewam dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a Kobanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, şahiyekê ji zarokên astengdar re li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîmê bîranîna şehîdên mehên Çile û Sibatê li hola Siyahî li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a Dêrikê ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê pêngavekê ji bo xemilandina kolanan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Jinan  a Şaredariya Gel a Qamişlo di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de pêşbaziya bi biskilêtan li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên li gundên nêzî sînorên dewleta Tirk, îşaret bi rêbazên xweparastinê kir û got "Li dijî faşîzmê em ê piştgiriya hêzên xwe bikin da ku hemû xetereyên li ser herêmê têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî da Însiyatîfa Gel a ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” û diyar kir ku “Bingeha têkoşîna PKK’ê ji bo mafên gelan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Krîza Ukraynayê dê bandorê li rewşa Sûriye bike û di warê leşkerî û siyasî de guhertin çêbibin, her wiha têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Qibrisê de dê bi pêş bikeve. 

- Çeteyên Tehrîr El-Şam hewl didin nêrîna raya giştî ya têkildarî xwe biguherin, ji ber vê yekê bi dosya çeteyên biyanî yên li herêmên dagirkirî dilîzin. Lêkolîner Mûnîr Edîb der barê vê yekê de dibêje, çete dixwazin navê xwe baş bikin û xwe wekî oposîzyoneke nerm nîşan bidin, lê tu cudahî di navbera Tehrîr El-Şam û El-Qaîde de tune ye. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên bajarê Reqa, Tebqa û Dêrazorê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku semad û sotemeniyê bidin wan da ku serkeftina mewsimê zivistanê bi awayekî giştî û genim bi taybet misoger bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA