​​​​​​​`Têkoşîna jinên kurd` bû mijara panêlek li Zanîngeha Barcelonayê

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de xwendekarên Zanîngeha Barcelonayê ya serbixwe li Katalonyayê panêlek têkildarî têkoşîna jinên kurd li dar xist.

​​​​​​​`Têkoşîna jinên kurd` bû mijara panêlek li Zanîngeha Barcelonayê
27 sibat, 2022   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoweya çalakiyên 8'ê Adarê de Meclîsa  li Zanîngeha Otonom ya Barcelonayê  xwendekarên siyaset û sosyolojiyê, komîsyona femînîst û komîteya jineolojiyê li Katalonyayê têkildarî têkoşîna jinên Kurd panêlek organîze kirin.

Di panêlê de dîroka têkoşîna jinên Kurd bi berfirehî hate şîrovekirin, ji berxwedana zindanan heta bi pêşengiya jinan qonax bi qonax hate vegotin.

Rewşa rêber Abdullah Ocalan hate nirxandin, tekilî mijara rewşa Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Bi qasî 50 xwendekarî tev li panêlê bûn.