Bi boneya 8`ê Adar li Reqa, Dêrazor û Minbicê çalakî hatin lidarxistin

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zebûbya ya Reqayê û Komîteya Jinan a Dêrazorê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek û panelek lidar xistin. Li Minbicê jî çalakiyeke çandî hate lidarxistin.

26 sibat, 2022   16:16
REQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zebûbya ya Reqayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek bi amdebûna bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî da.

Endama Koordînasyona Giştî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl destnîşan kir ku 8`ê Adarê ji tevahî jinên cîhanê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet re, semboleke pîroz e .

Piştî semînerê sînevîzyoneke li ser 8'ê Adarê hate pêşandan.

Her wiha endamên Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa û gundewarên cihê kombûnê bi dirûşmeya "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" û wêneyên şehîdan xemilandin

DÊRAZOR

Girêdayî mijarê Komîteya Jin a Zenûbya ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê panelek lidar xist. Nûnerên meclisên herêmî, saziyên sivîl û endamên nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya û bi dehan jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê beşdarî panelê bûn.

Di panelê de endama Komîteya Jin a bajarê Hecînê Xîtam Hido wiha axivî: "Roja 8`ê Adarê rojeke cîhanî ye. Ew jî nîşaneya rêzdarî û hezkirina ji jinê re ye."

Xîtam Hido diyar kir ku Roja Jinan a Cîhanê encama têkoşîna jinê di nava dîrok de ye û wiha domand: "Bi dîroka xwe di hemû qadên jiyanê yên siyasî, çandî, civakî, aborî û leşkerî de pêşeng e."

Xîtam Hido îşaret bi têkoşîna jinên li Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Têkoşîn û berxwedana jinê di nava aloziyê Sûriyê de nimûne ye. Şerê wê li dijî terorê mezintirîn nîşaneyên hêza wê ye. Her wiha îsbata îrade xwe li hember zehmetî û astengiyan kir."

Paşê endama Komîteya Jin a Meclisa Firatê Xada Adil jî got, di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jinên li gundewarên Dêrazorê dikarin bi awayekî çalak xwe pêş bixin.

Di dawiyê de Xada Adil got beşdarbûna jinan ji panelê re nîşaneyeke ku hemû zehmetî derbas kirine û mafên xwe bidest xistiye.

MINBIC

Li Minbicê jî, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û herêmên xwe rizgar bikin", çalakiyeke çandî li hola Çand û Hunerê li dar xist.

Jinên endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û saziyên taybet bi jinan beşdarî çalakiyê bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir bi xêrhatina beşdaran kir û 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Jinên endama Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê, bi diruşma "Afîrnerî diruşma jinên minbicî ye û çand navnîşana wan in" dest pê kirin ku çîrok xwendin.

Paşê endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya gotinên pêşeyî xwendin û stran hatin gotin.

Di çalakiyê de pêşbireke çandî hate lidarxistin û kesên serkeftî hatin xelatkirin.

 (bx)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/J9HnqgmWJe4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>