PYD'ê ji ber wefata Ebdulkerîm Siko peyama sersaxiyê da

PYD'ê ji ber wefata Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê Ebdulkerîm Siko peyama sersaxiyê weşand.

PYD'ê ji ber wefata Ebdulkerîm Siko peyama sersaxiyê da
26 sibat, 2022   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ji ber wefata Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdulkerîm Siko peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin: "Bi xemgînî me agahiyên wefata Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê birêz Ebdulkerîm bihîst. Xwedê cihê wî xweş bike û dilovaniya xwe lê bike.

Ev êş êşa me hemûyan e. Em xemgîniyê bi we re parve dikin. Wefata kesayeteke welatparêz ku rêzdarî û teqdîr ji hemû kesên qenciya wî nas kirine windahiyeke mezin e, ji ber ku kesyaeteke xwedî ked û nirxên hêja bû. "

Meclisa Giştî ya PYD'ê bi vê wesîleyê sersaxî ji gelê Kurd, hevalên wê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê û malbata wî re xwest.

ANHA