Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn

Li Kobanê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn bi dirûşma “Kesesora Miştenûr sirûdên azadiyê dixemlîne” pêşangeha şêwekariyê ya sêyemîn hat vekirin.

Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn
Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn
Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn
Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn
Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn
26 sibat, 2022   15:07
KOBANÊ

Bi çavdêriya şêwekar Mihemed Şahîn tabloyên 19 şêwekaran li hola Firatê hatin daliqandin.

Armanca ji vekirina pêşangehê; parastina çanda kurdî û teşwîqkirina hunermendan e ku behreyên ciwanan bi pêş kevin.

/ar/uploads/files/2022/02/26/134728_mhmd-shahyn.webp

Di vekirina pêşangehê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Ziyad Elî axivî û got: “Dijminên gelê Kurd di dîrokê de her tim hewl dan çanda wî qir bikin. Lê hunermendan bi rêya hunerê çanda xwe parast. Ji ber wê divê hebûna kurdan û çanda kurdî bê parastin û ji bo wê bi dildarî û bi afrînerî xebatên hunerî bên kirin.”

/ar/uploads/files/2022/02/26/134709_zyad-aly.webp

Nivîskar Hisên Mihemed jî axivî û got: “Heta niha nasnameya Kurd bi saya fedakariyên şehîdan hat parastin. Ji ber wê divê em van fedakariyan bi rêya hunerê bidin der.”

/ar/uploads/files/2022/02/26/134647_hsyn-mhmd-aly.webp

Şêwekar Mihemed Şahîn jî axivî û got: “Her tabloyek çîrokekê vedibêje. Min xwest bi rêya van tabloyan wan çîrokan şîrove bikim.”

Tê payîn ku pêşangeh heta 3 rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA